Civîna YNK û PDKê û parvekirina postên hikûmî ser 3 astan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i354167-civîna_ynk_û_pdkê_û_parvekirina_postên_hikûmî_ser_3_astan
YNK û PDKê civînên ji bo pêkanîna hikûmetê dest pê kirin û postên hikûmî jî ser sê astan tên parvekirin.
(last modified 2025-04-09T11:40:59+00:00 )
Nîsan 09, 2025 14:56 Asia/Tehran
  • Civîna YNK û PDKê û parvekirina postên hikûmî ser 3 astan

YNK û PDKê civînên ji bo pêkanîna hikûmetê dest pê kirin û postên hikûmî jî ser sê astan tên parvekirin.

Medyayên PDKê derbara parvekirina postan da ragihandin ku postên hikûmî ser 3 astan hatin parvekirin; asta yekem ên serokatîyê, asta duyem wezaretên birêvebirinê û asta sêyem jî wezaretên xizmetguzarîyê.

Semîr Hewramî Berdekê Qubad Talebanî Serokê Desteya Bilind a YNKê ji bo pêkanîna hikûmetê îro ji medyayên PDKê ra got ku piştî 12ê vê mehê dê rojek ji bo civîna PDK û YNKê were destnîşankirin. Ev daxûyanîya Hewramî piştî daxûyanîya îro ya Mesûd Barzanî hat ku tê da ji PDK û YNKê xwest ku ji bo pêkanîna hikûmetê lezê bikin.