-
Ji bo gotûbêja bi rayedarên iraqî şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê çûye Bexdayê
Adar 18, 2021 10:02Şanda hikûmeta Kurdistanê dê li ser pişka Kurdistanê di bûdceya Iraqê de bi komîsyona darayî ya parlementoya Iraqê re bicive.
-
Nêçîrvan Barzanî: Dewleta Iraqê berpirsa dayîna berdêla ziyanê bo goriyên Helebçeyê ye
Adar 17, 2021 09:14Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê di peyamekê da bi boneya sî û sêyemîn salvegera bombebarana kîmyayî ya Helebçeyê destnîşan kir ku dewleta navendî ya Iraqê berpirsa dayîn aberdêla ziyanê bo goriyên bombebarana kîmyayî ya Helebçeyê ye û divê di vî warî da pêngav rake.
-
Serkonsûlê Îranê li Silêmaniyeya Herêma Kurdistanê di salvegera karesata Helebçeyê da çû vî bajarî
Adar 17, 2021 08:42Serkonsûlê Îranê li Silêmaniyeya Herêma Kurdistanê di sî û sêyemîn salvegera karesata bombebarana kîmyayî ya Helebçeyê din serê desteyeke berpirsên konsûlgeriyê bi armanca rêzgirtina li goriyên cinayeta Sedam çû vî bajarî.
-
Îro 33.yemîn salvegera kîmyabarana Helebcê ye
Adar 16, 2021 12:2733 sal berî naha di rojeke wek îro 16ê Adarê de, tewan û cinayeteke komkujiyê li hember xelkê bajarê kurdnişîn ê Helebcê, ji aliyê rejîma Beis a dîktatora Iraqê ve pêkhat.
-
Salvegera êrîşa kîmyayî ya rejîma Beisa Iraqê ser Helebçeyê
Adar 15, 2021 17:51Sibê 16ê Adarê salvegera êrîşa kîêmyayî ya rejîma Beis a Iraqê li ser bajarê Helebçeyê yê kurdnişîn e.
-
Hêmin Hewramî bi Koronayê ketiye
Adar 15, 2021 00:01Cîgirê Serokê Parlementoya Kurdistanê Hêmin Hewramî bi nexweşiya Koronayê ketiye.
-
Sîrwan Barzanî: 28 caran ambar û kozikên DAIŞê li çiyayê Qereçûx hatin bordûmankirin
Adar 12, 2021 18:25Berpirsê Mîhwera Gwêr- Mexmûrê ya Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê Sîrwan Barzanî ragihand 28 car ambar û kozikên rêxistina terorîst DAIŞê li çiyayê Qereçûxê bordûman kirin.
-
Derengiya şevborî li Silêmaniyê ji ber pevçûnek 2 kes mirin
Adar 12, 2021 17:38Duh êvarî di derengê şeve de li gazînoyeke bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê ji ber şer û teqekirinê 2 kes mirin û 2 kes jî birîndar bûn.
-
Daxuyaniya ofîsa Mesrûr Barzanî derbarê sefera Pap bo Herêma Kurdistanê
Adar 11, 2021 08:57Ofîsa Mesrûr Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di kêleka civîna desteya dewleta Herêmê bi dayîna daxuyaniyekê ragihand: Sefera Pap nîşan da ku Herêma Kurdistanê navendeke girîng a pêkvejiyanê li navçeyê ye.
-
Şiroveyên dewleta Herêma Kurdistanê derbarê pûla çapkirî bi boneya sefera Pap bo Hewlêrê
Adar 11, 2021 08:57Berdevkê dewleta Herêma Kurdistanê wek bersiva bo dewleta Tirkiyê ragihand dîzayna pûla ku bi boneya bîranîna sefera Pap bo Herêmê hatiye weşandin û nexweşeya li ser Kurdistana Tikriyê jî wek beşeke Herêma Kurdistanê nas kiriye, tenê di asta pêşniyara hunermendekî bûye.