-
Zerîf: Em ji rola mihwerî ya Iraqê li navçeyê pêşwazî dikin
Nîsan 27, 2021 11:50Wezîrê karên derve yê Îranê di twittera xwe da tevî amajeya bi hevdîtin û gotûbêjên xwe tev rayedar û kesayetiyên iraqî nivîsî: Em ji rola mihwerî ya Iraqê li navçeyê pêşwazî dikin.
-
PKK û Tirkiyê amarên kuştî û birîndarên şerê li Herêma Kurdistanê belav kirin
Nîsan 26, 2021 21:24Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand ku, di encama êrişên li nav axa Herêma Kurdistanê bo ser navçeyên Metîna, Avaşîn û Zapê de, heta niha 31 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane û 2 leşkerên wan hatine kuştin û herwiha 6 leşker jî birîndar bûne. PKKê jî debarê şer û pevçûnan de amareke din belav kir û dibêje 19 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin.
-
Zerîf dê sibê serdana Herêma Kurdistanê bike
Nîsan 26, 2021 20:28Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Mihemed Cewad Zerîf îro serdana Iraqê kir û li gel hevtayê xwe yê Iraqê Fuad Husên û Serokomarê Iraqê Berhem Salih hevdîtin pêk anî. Zerîf li Bexdayê ragihand, ku dê sibe serdana Herêma Kurdistanê û bajarê Hewlêrê bike.
-
Tirkiyê li Metînayê dest bi operasyona bejayî kir
Nîsan 24, 2021 12:00Hêzên Artêşa Tirkiyê li nav axa Herêma Kurdistanê li devera Metînayê dest bi operasyonê kir.
-
Li Heftanîna Herêma Kurdistanê 2 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin
Nîsan 23, 2021 00:09PKK'ê ragihand ku li herêma Heftanînê 2 leşkerên artêşa Tirkiyê hatine kuştin.
-
Artêşa Tirkiyê gundekî Zaxoyê li Herêma Kurdistanê topbaran kir
Nîsan 22, 2021 23:44Artêşa Tirkiyê ya ku gelek dever li bakura Iraqê û Herêma Kurdistanê dagir kirine ji van deveran gundê Keşanê yê bajarokê Batîfa yê ser bi Zaxoyê topbaran kir.
-
Hevdîtina serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û wezîrê elektrîkê yê Iraqê li Hewlêrê
Nîsan 22, 2021 16:18Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û wezîrê Elektrîka Iraqê di civîna xwe ya li Hewlêrê erbarê rewşa Elektrîkê li Iraq û Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.
-
Teqeziya Mesrûr Barzanî ser sozdariya Herêma Kurdistanê derheqê cihanîna qanûna mûçeya sala 2021ê ya Iraqê
Nîsan 21, 2021 15:20Serokê Dîwana desteya dewletê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku serokwezîrê Herêmê bi şandina nameyekê bo serokwezîrê Iraqê li ser sozdariya Herêmê derheqê cihanîna qanûna mûçeya 2021ê ya Iraqê pêgirî kiriye.
-
Hevdîtina balyozê Tirkiye yê li Baxdayê bi Mesûd û Mesrûr Barzanî re
Nîsan 18, 2021 21:25Balyozê Tirkiyê yê li Baxdayê Fatih Yildiz îro 18ê Nîsana 2021an cida cida bi serokê Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK) Mesûd Barzanî û bi serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re civiya.
-
Li Herêma Kurdistanê komeke mezin a bazirganiya madeyên hişbir hatiye desteserkirin
Nîsan 18, 2021 10:58Rêveberiya Giştî ya Nehiştina Madeyên Hişber a ser bi Dezgeha Asayişa Herêma Kurdistanê ve ragihand, di heyama 24 saetên derbasbûyî de hêzên wan karîne li Hewlêrê 9 bazirganên maddeyên hişber û tometbarekî maddeyên hişber desteser bikin.