Kazimî: Bi zûtî mafên darayî yên Herêma Kurdistanê dê bên şandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i326203-kazimî_bi_zûtî_mafên_darayî_yên_herêma_kurdistanê_dê_bên_şandin
Serokwezîrê Iraqê duh di hevpeyvînekê de ligel komeke kanalên medyayî yên Iraqê ragihand peywendiyên Hewlêr û Bexdayê di serdemeke zêrîn de ne û di demeke nêzîk wê mafên darayî yên Herêma Kurdistanê bên şandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 10, 2021 05:39 Asia/Tehran
  • Kazimî: Bi zûtî mafên darayî yên Herêma Kurdistanê dê bên şandin

Serokwezîrê Iraqê duh di hevpeyvînekê de ligel komeke kanalên medyayî yên Iraqê ragihand peywendiyên Hewlêr û Bexdayê di serdemeke zêrîn de ne û di demeke nêzîk wê mafên darayî yên Herêma Kurdistanê bên şandin.

Herwiha Mistefa Kazimî dibêje ji bo çareseriya herêmên maddeya 140 a destûra Iraqû jî pêwîstî bi bicîkirina baweriyê di navbera ereb û kurdan de heye.

Mistefa Kazimî amaje bi wê yekê jî kir ligel serkirdeyên kurd hewl dane girêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê bi hevre vekin û têgihiştineke baş heye.

Mistefa Kazimî dûpat jî kir di heyam hefteyekê de wê şandeke Hikûmeta Iraqê serdana Herêma Kurdistanê bike ji bo çareserkirina herêmên kêşeyên nakokî li ser wan heye û di demeke nêzîk de wê mafên darayî yên Herêma Kurdistanê bên şandin.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ji bo kêşeya maddeya 140 a destûra Iraqê jî wiha gotiye: "Gelek herêmên me yên kêşê li ser wan li Iraqê hene. Pêwîstiya me bi rewşeke seqamgîr a siyasî ya Iraqê heye. Kêşeya herêmên nanok jî li ser pêşniyazekê wê bên çareserkirin ku wê Bexda radestî Hewlêrê bike.’’