-
Parêzgarê Dihokê bêyî şermezarkirina êrişên Tirkiyê ser Herêma Kurdistanê xwest PKK ji vê Herêmê derkeve
May 25, 2021 21:04Parêzgarê Dihokê bêyî ku balê bikişîne ser herêmên dagirbûyî ji aliyê Tirkiyê li Herêma Kurdistanê daxwaz kir hêzên PKKê ji Herêma Kurdistanê derkevin û êdî ziyanê negihînin xelkê Herêma Kurdistanê.
-
PKK: Li Dihokê 4 şervanên me yên ji tedawiyê vedigeriyan bi êrişa hewayî hatin kuştin
May 25, 2021 20:13PKK’ê ragihand ku şeva 20’ê Gulanê li derdora gundê Mangişkê yê Dihokê li Herêma Kurdistanê, 4 şervanên ji tedawiyê vedigeriyan di êrişa hewayî ya dewleta Tirkiyê de hatin kuştin.
-
Berdewamiya bombebaranên Tirkiye ser Herêma Kurdistanê
May 25, 2021 11:37Operasyona arteşa Tirkiyê di nava axa Herêma Kurdistanê de bi hinceta hebûna şervanên PKKê berdewam e û ji şeva borî jî hejmareke gundên sînorî berdewam tên topbaran û bombebarankirin.
-
Li Herêma Kurdistanê 10 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan
May 24, 2021 13:32Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê amarên nû yên Koronayê ragihandin.
-
PKK kuştina 6 leşkerên artêşa Tirkiyê ragihand
May 24, 2021 10:38Li gor nûçeyên medyaya PKKê, li navçeya Avaşînê 6 leşkerên artêşa Tirkiyê hatine kuştin.
-
Saît Dede: Kurd di nav zeviyên xwe de têne kuştin
May 24, 2021 10:27Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Colemêrgê Sait Dede tekîldarî êrişên hêzên Tirkiyê yên li ser sînorê Tirkiye û Herêma Kurdistanê li dijî xelkê got: “Rast e gelek caran sivîl li ser sînor têne kuştinê, lê hinek caran jî di nav zeviyên xwe de têne kuştin.”
-
Tevgera Esayîba Ehlê Heq a Iraqê: Hemî bijarde li dijî dagirkeriya Tirkiyê li ber dest in
May 24, 2021 09:57Tevgera Esayîba Ehlê Heq a Iraqê ragihandin; Hemî bijarde jibo sekinîna li dijî dewama destdirêjiyên Enqerê û binpêkirina hakimiyeta vî welatî li ser maseyê ne.
-
PKKê piştrast kir ku 6 şervanên winda bûyî yên wê hatine kuştin
May 23, 2021 20:57PKKê aşkere kir ku ew 6 gerîlayên ku peywendî li gel wê qut bûbû, di êrişên balafirên cengî yên Tirkiyê de jiyana xwe ji dest dane. Herwiha PKKê li gel nasnama wan gerîlayan, kuştina 9 leşkerên Tirkiyê jî ragihand.
-
Li bakurê Iraqê 6 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin
May 23, 2021 19:33Di operasyona hêzên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ya Tirkiyê de li bakurê Iraqê 6 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin.
-
Li Herêma Kurdistanê 785 kesên din bi Koronayê ketin
May 22, 2021 10:54Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 785 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.