-
Balafirên şêr ên artêşa Tirkiyê otomobîlek li Herêma Kurdistanê bombebaran kirin
May 21, 2021 08:56Balafirên şer ên Tirkiyê li ser rêya gundê Dîlyayê yê ser bi bajarokê Mangêşkê ve li Duhokê kirin armanc. Rêveberê wê nahiyê jî dibêje, ew otomobîla gerîlayên PKKê bûye.
-
Dîroka kevin a Hewlêrê: Minareya Çolî
May 20, 2021 09:58Minareya Çolî yan jî Minareya Mizeferiye yek ji şûnwarên dîrokî yên Hewlêrê ye ku dikeve başûr rojavayê Keleha Hewlêrê. Qelaminare jî jêr e tê gotin.
-
Li Herêma Kurdistanê 832 kes bi Koronayê ketin
May 20, 2021 09:29Li Herêma Kurdistanê di rojekê de 832 kes bi vîrusa Koronayê ketin û 8 nexweş bi koronayê jiyana xwe ji dest dan û 853 kes jî ji wê nexweşiyê baş bûn.
-
Tirkiyê derdorên gundên Herêma Kurdistana Iraqê bombebaran kirin
May 17, 2021 20:15Artşa Tirkiyê bi hinceta hebûna binke û baregehên PKKê, bilindahiyên Zinarê Kêste û hersê gundên Kêste, Hirurê û Çelkê ya Kîrstiyanan li Herêma Kurdistanê bi giranî bombebaran kir û xelkê navçê jî dibêjin, ev cara yekemîn e ku Tirkiye bi vî awayî deverê bombebaran dike.
-
Li Herêma Kurdistanê 6 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan
May 16, 2021 14:40Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 141 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.
-
Deriyên dibistanên Herêma Kurdistanê hatin vekirin
May 16, 2021 11:50Proseya perwerdehiyê li Herêma Kurdistanê bi mekanizma karkirina sê roj bi sê rojan li dibistanên seretayî û amadeyî îro dest pê dike. Wezareta Perwerdeyê malbatên xwendekaran azad kirine da ku zarokên xwe neşînin dibistanan û bi riya internetê xwendina xwe berdewam bikin, bi şertê ku di hefteya yekem de ew formekê tije bikin.
-
Tirkiye û PKKê amarên 22 rojên şer û pevçûnan belav kirin
May 16, 2021 11:34Malpera televîziyona Rûdawê nivîsiye: "Li gor Wezareta Berevanî ya Tirkiyê 111 hêzên PKKê di êrişên hêzên wan de jiyana xwe ji dest dane û PKKê jî dibêje, 187 serbazên Tirkiyê di heman operasyonê de hatine kuştin."
-
Parlimana Herêmam Kurdistanê daxwaza lêkolîna Tirkiyê derbarê êrîşa sser malbata kurd a iraqî li Mêrsînê kir
May 15, 2021 15:42Komîsiyona pêwendiyên derve ya Parlimana Herêmam Kurdistanê ji dewleta Tirkiyê xwest ku derbarê êrîşa li ser malbateka hewlêrî li Mêrsîna Tirkiyê, ssebebkarên "Tundtrêtiyê" darziîne.
-
Komîsiyona Pêwendiyên derveyî ya Parlimana Iraqê: Em êrîşa li ser hemwelatiyên xwe li Tirkiyê şermezar dikin
May 15, 2021 15:42Komîsiyona Pêwendiyên derveyî ya Parlimana Iraqê bi serokatiya Şîrko Mîrvêys êrîşa nijadperestane li ser malbateka kurd a iraqî li Mêrsîna Tirkiyê ku jibo gerriyanê çûbûn vî welatî bi tundî şermezar kir.
-
Berdewamiya Şer û pevçûnên navbera Artêşa Tirkiyê û PKKê li Herêma Kurdistanê
May 12, 2021 14:50Şer u pevçûn li deverên herdu gundên Kêste û Çelkê li nahiya Kanî Masê berdewa in û ji ber wî şerî, ziyaneke zêde jî gihîştiye bi raz û baxên navçê. Herwiha beşeke zêde ji şaneyên hingiv yên wê navçê şewitîne.