-
Tirkiyê bi berfirehî navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê bombebaran kirin
Hezîran 10, 2021 21:04Balafirên şer ên Artêşa Tirkiyê ji şeva bihorî ve heta îro danê sibehê navçeyên sçnorî yên parêzgeha Duhokê û bi taybetî zinara çiyayê Kêste bi dijwarî bombebaran kirin û bi sedema bombebaranan rûbereke mezin ji daristanên wê navçeyê di agir de şewitî.
-
PYD: Sê berpirsên me li balafirgeha Hewlêrê hatine desteserkirin
Hezîran 10, 2021 17:24Nûnerê Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li Herêma Kurdistanê Nûrî Es'ed ragihand ku sê berpirsên wan li Herêma Kurdistanê li balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê hêzên PDK`ê ve hatine desteserkirin.
-
Mesrûr Barzanî li Belçîkayê bi Serokwezîrê vî welatî re civiya
Hezîran 10, 2021 09:36Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî du çarşemê 9ê Hezîrana 2021ê ligel Serokwezîrê Belçîkayê Alexander De Croo civiya.
-
Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Derve yê Brîtanyayê naveroka civîna xwe aşkere kirin
Hezîran 09, 2021 13:52Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Derve yê Brîtanyayê li Hewlêrê naveroka civîna xwe aşkere kirin.
-
Parlamentera Alman: Divê Almanya îdiayên bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê Tirkiyê ve lêkolîn bike
Hezîran 09, 2021 00:28Endama Parlmenta Almanyayê û berdevka fraksiyona polîtîkayên navxweyî ya Çepan (DIE LINKE) Ulla Jelpke ji bo lêkolîna bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê artêşa Tirkiyê li dijê hêzên PKK pêşniyazpirsek da Parlamenta Federal ya Almanyayê û dibêje divê Hikûmeta Federal îdiayên bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla Tirkiyê ve lêkolîn bike.
-
Wezîrê derve yê Brîtanyayê serdana Iraqê dike
Hezîran 08, 2021 15:50Wezîrê derve yê Brîtanyayê sibê serdana Bexda ya paytexta Iraqê dike.
-
Lijneyeke hikûmeta Iraqê ji bo cîhbicîh kirina yasaya budceyê çûye Hewlêrê
Hezîran 08, 2021 15:35Îro şandeyeke hikûmeta Iraqê li dîwana çavdêriya darayî ya Iraqê gihêşt Hewlêrê û bi wezareta darayî û hejmarek wezaretên din ên hikûmeta herêma Kurdistanê re dê bicive.
-
Hevkariya Îranê û Herêma Kurdistanê jibo danûstandina zanista teknîkî ya ajeldariyê
Hezîran 07, 2021 18:01Alîkarê berhemanînên ajeldariyê li Wezareta Cîhada Cotkariyê ya Îranê qala hevkariya digel Herêma Kurdistana Iraqê jibo danûstandina zanista teknîkî ya ajeldarî û firotina berhemên ajelan kir.
-
Goreke bikomî di navbera Xaneqîn û Kifrî de hat dîtin
Hezîran 07, 2021 12:32Goreke bikomî ya serdema rêjîma Beis a rûxandî di navbera Kifrî û Xaneqînê de hat dîtin.
-
Li Herêma Kurdistanê 546 kes bi coronayê ketin
Hezîran 07, 2021 10:35Li Herêma Kurdistanê di rojekê de 546 kes bi vîrusa coronayê ketin û 7 nexweş bi koronayê jiyana xwe ji dest dan û 575 kes jî ji wê nexweşiyê baş bûn.