Hevserokê Meclisa Herêma Kobanê Mistefa Îto destnîşan kir ku "Dewleta Tirkiyê ji têkçûna DAIŞ’ê li Kobanê bi rêya girtina siyasetmedarên Kurd tolê hildide."
Salih Muslim operasiyona roja Îniyê li Tirkiyê li dijî HDPê wek xweşbûna rewşê jibo şerê navxweyî li Tirkiyê da zanîn.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar li dijî oprasyona partiya xwe nerazîbûn nîşan da û got: “Daraz bi destê îqtîdarê dixebite. Her ku winda dikin êrişî me dikin. Her ku êriş dikin jî bêtir winda dikin.”
Berdevkê Partiya Pêşerojê Selîm Temûrcî, bertek nîşanî operasyona li dijî HDP’ê da û got: “Divê êdî çerxa siyaseta bekayê ya li welat bê guhertin.” Berdevkê Partiya Saadetê Bîrol Aydin jî, got; “Heyfa welatê me.”
Nûnerên partiyên siyasî operasyona li dijî HDP’ê pêk hat nirxandin û gotin: “Kobanê neket. Ji HDP'ê hesabê Kobaniya neketiye dipirsin, Tola ji HDP'ê distînin.”
Kemal Kilîçdaroxlû di têkiliya telefonî digel Sencer wek berteka li hemberî biryara girtina 82 siyasetmedarên kurd li Tirkiyê hevdengiya xwe digel HDPê ragihand.
Li ser biryara Dozgeriya Komarî ya Enqerê û derbarê bûyerên Kobanî yên sala 2014an de, li heft bajarên Tirkiyê .ji bo desteserkirina 82 kesan operasyoneke mezin ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê ve hat destpêkirin.
Dozgeriya Komara Tirkiyê li Enqerê bi hilêxistina giliyeke nû li dijî Demîrtaş, dosyeyeke din li dijî wî vekiriye.
Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag ên ji derbarê wan de bi hêceta bûyerên 6-8’ê Cotmehê yên Kobanê lêpirsîn hat destpêkirin, di lêpirsîna girtina wan de biryara “dewama girtina” wan hat dayîn.
Heyeta bi serokatiya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan bi nûnerên 26 welatên endamên Yekîtiya Ewropayê re civîneke onlîne pêk anî.