39emîn Pêşangeha Pirtûk û Çanda Tirkiyê ji aliyê hogir û hizkiriyên Pirtûkan ve li Enqere û Stenbolê tê pêşewazîkirin.
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li komcivîna partiya xwe li Enqereyê tevî amajeya bi pevçûnên 40 salî li Tirkiyê got: Pêkanîna aştiyê li Tirkiyê armanca mezin a HDPyê ye.
Polîsên Tirkiyê îro serê sibehê li pênc bajaran avêtin ser malan gelek kes destgîr kirin ku rojnamevan jî di nav de hene.
Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê ya Iraqê Tirkiyê derbarê destwerdana li karên navxweyî yên welatê xwe hişyar kir.
17emîn Pêşengeha Pîtrtûkan a Navneteweyî ya Enqerê bêyî beşdariya çi weşanxaneyên Kurdî bi rêve diçe. Li gorî agahiyan sedema sereke ya beşdarnebûna weşanxaneyên Kurdî mijarên darayî ne. Ji ber ku kirêyên pêşengeha gellek zêde ne û weşanxane jî nikarin xercên xwe derxin.
Li Tirkiyê di dema hefteyekê de eva çaremîn car e ku bihayê benzîn û dîzelê tê zêdekirin. Bihayê lîtreke benzînê zêdeyî 19 lîre ye û lîtreke dîzelê jî 21 lîre derbas kiriye.
Cîgirê Wezîrê Derve yê Tirkiyê di hevdîtinekê de ligel berpirsê Amerîkî, Rûsya ji ber êrişî wî welatî ser Ukraynayê şermezar kir û di vî halî de hewla navbeynkariyê ji bo bidawîkirina şerê Ukraynayê da.
Di çarçoveya du dosyeyên Serdozgeriya Giştî ya Enqerê ya derbarê lêkolîna li ser Cemaeta Gulen de biryara desteserkirinê bo 114 kesan hat dayîn.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar duh 18ê Sibata 2022ê de di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munîxê de li Almanyayê civiyan.
Rewşa aborî ya Tirikiyê bûye sedem ku rejîma vî welatî lingên xwe dayne ser siyasetên xwe yên berê û siyaseta xwe ya derve biguhere û bixebite ku pêwendiyên xwe bi Rejîma Siyonîst, hin l welatên Ewropî û Ereb re asayî bike.