Serokomarê Tirkiyê qala serdana Serokê Rejîma Siyonîst bo Enqerê kir.
Enqere û Yêrîvanê li hev kir ku gotûbêjên tam bê mebesta asayîkirina pêwendiyan bêyî raberkirina pêşmercê bidomînin.
Serokomarê Tirkiyê û Serokwezîrê Komara xweragihandî ya Qibrisa Bakur li Enqerê mijarên dualî gotûbêj kirin.
Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu di civîna fraksyona partiya xwe de bal kişand ser raportekê ku ji aliyê parlamenterekî partiya wî ve hatibû amadekirin û zanyarî jî ji fermangeha dewletê hatibûn wergirtin.
Li Tirkiyê, bihayê lîtreya benzînê 63 quriş, lîtreya motorînê jî 94 quriş hat zêdekirin.
Bi armanca başkirina hevkariyên li ser sînor û kêmkirina pirsgirêkên avê, civîneke hevbeş a berpirsên avê yên Îran û Tirkiyê hat lidarxistin.
Heftemîn Rûniştina Doza Kobaniyê li Enqerê li 22emîn Dadgeha Cezayên Giran a Sîncanê dest pê kir. Di rûniştina 7emîn de dîsa endamekî din yê dadgehê hat guhertin û 31 kesên ku wek gilîkar beşdarî dozê bibûn dev ji dozê berdan û beşdarî dozê nabûn. Doza ku 2 hezar parêzer dişopînin dê hefteyeke berdewam bike.
Konseya Ewropayê bang li Tirkiyê kir ku Hevserokê Berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş bê berdan.
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê biryar da ku mafê Hevserokê berê yê Şaredariya Dersîmê Mehmet Ali Bul hatiye binpêkirin û Tirkiye bi 8 hezar Euro ceza kir.
Hevseroka HDPê Pervîn Buldan li gel balyozên welatên YE civiya û doza Kobanî, doza girtina HDPê, krîza aborî û dawîn pêşhatên siyasî yên li Tirkiyê mijarên sereke yên civînê bûn.