Di encama teqîna bombeyekê li navçeya Mabeta ya Efrînê de, 5 zarok birîndar bûn.
Li Efrînê ya bakurê Heleba Sûriyê çeteyên Feyleq el-Şam a girêdayî Tirkiyê bi ser gundekî de girtin û hejmarek welatiyên Kurd girtin û bi xwe re birin.
Rêxistina Mafên Mirovan-Efrîn ragihandiye, ji dema dagîrkirina Efrînê ve heta niha zêdetir ji 65 mamosteyên Kurd ji karê xwe hatine dûrxistin.
Rêxistina Mafên Mirov a Efrînê dibêje, ji bo cara duyem çekdarên Firqeya Hemze ya ser bi Tirkiyê ve, diavêjin ser mala zilamekî temen 85 salî li gundekî herêma Efrînê û piştî ku gelek lê didin, zêrên li mala wî jî jê didizin.
Çeteyên ser bi Tirkiyê ve 13 welatiyên Kurd li Efrîn û Grê Spî revandine û çarenivîsa wan nediyar e.
Çekdarên ser bi Tirkiyê ve, 2 mêr û jinekê ji gundekî Efrînê revandin
Çeteyên girêdayî bi dewleta Tirkiyê di çend rojên borî de 12 welatiyên ji navçeyên Cindirêsê, Mabata, Raco, Şiyê, Şera û Bilbilê yên kantona Efrînê ya dagirkirî, revandin.
Çeteyên ser bi dewleta Tirkiyê ku artêşa wê ji wan piştgiriyê dike li herêma Efrînê ya dagîrkirî 5 kesên sivîl revandin.
Yekemîn mihrîcana şanoyê bi navê "Arîn"ê bi sipasiya ji têkoşînên qehremanane yên jin û keçên kurd li hemberî koma terorîst a DAIŞê û bi lîstina 7 komên şanoyê ji bajarên Kobanî, Efrîn, Minbic, Heleb û Tebqayê li bajarê Kobaniyê hat lidarxistin.
Li herêma Efrînê ya bakurê rojavayê Sûriyê 16 welatiyên Kurd bi destê grûpên çete yên girêdayî Tirkiyê hatine girtin û 400 darzeytûn jî hatine birîn.