Bi boneya salvegera 4`an a dagirkirina Efrînê, bi deh hezaran şêniyên kantonên Efrîn û Şehbayê daketin qadan û got: "Berxwedan yekane rêya vegera birûmet e."
Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) daxwaza bidawîkirina dagirkeriya li ser Efrînê dike û tekez dike, “Rizgarkirina Efrînê karê me sereke ye.” Herwiha MSDê bang li NYê kir.
Heverokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) tenha rêya rizgarkirina gelê Tirkiyê ji desthilata AKP-MHPyê têkoşîna hevpar a gel da zanîn.
Li Efrînê rêjeya revandina welatiyên Kurd û binpêkirinên mirovî ji aliyê grûpên çete yên ser bi Tirkiyê, her diçe zêde dibin.
Koçberên Efrînê got "Girêdana me bi xeta berxwedanê ve û mayîna me li kampê rêya yekane ya rizgariya Efrînê û vegera li warê xwe ye."
Endamekî Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li navçeya Recoyê ji aliyê çekdarên ser bi Tirkiyê ve hat revandin.
Li herêma Efrînê ya Sûriyê ku di bin kontrola artêşa Tirkiyê û komên girêdayî bi wê de ye malbatên Kurd ji alîkariyan têne bêparkirin.
Li navçeya Raco ya Efrîna dagirkirî, mayînek bi erebeya "serokê meclisa xwecihî ya navçeya Raco" de teqiya, di encamê de serokê meclisê û kurê xwe hatin kuştin.
Niha ku çar sal ji şerê artêşa Tirkiyê û çeteyên wê ji bo dagirkirina herêma Efrînê derbas dibe nêzîkî 60 grûpên çete yên artêşa Tirkiyê dest danîne ser herêma Efrînê û ev herêm di navbera xwe ve parve kirine.
Li bajarê kurdî yê Efrînê li bakurê rojavayê Sûriyê duh Pêncşemê êrîşeke bi mûşekan pêk hat û di encama êrişê de gelek kes hatin kuştin û birîndar bûn.