Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê serbazî yê PKKê ye êrişa li dijî Heştemîn Fermandariya Firînê ya Amedê lixwe girt.
Baroya Diyarbekirê Komcivîna xwe ya Asayî ya 47an li dar xist. Di encama dengdayînê de ji bo Serokatiya Baroya Diyarbekirê parêzer Nahît Eren hat bijartin.
Rêveberiya Klûba Amed Sporê roja Pêncşemiyê êvarê civiya û di encama civînê de biryar da ku peymana ligel teknîk dîrektorê xwe Aykan Atîkî betal bikin.
Pirtûka biçûk a dersê jibo naskirina Diyarbekirê ku tê da zimanê xwecihî wek tirkî hatibû zanîn, tûşî berteka gel hat û hat berhevkirin.
Akademîsyen û siyasetmedar Prof. Dr. Kadrî Yildirim duh bi beşdariya bi hezaran hezkirî, dost, heval û xwendekarên xwe li Diyarbekirê bi xakê hat spartin.
Nivîskar û siyasetmedarê Kurd Prof. Dr. Kadrî Yildirim îro li nexweşxaneyeke Diyarbekirê koça dawî kir.
Kurdên Tirkiyê îsal jî her wek salên berê li bajar û gundên kurdnişîn ên seranserê vî welatî Cejna Newrozê bi girseyî û coşeke mezin pîroz kirin.
Komeleya Wêjekarên Kurd 1'emîn Kongreya xwe ya Asayî li dar xist û rêveberiyeke nû hilbijart.
Li Hevşaredara Sûrê Fîlîz Bûlûttekîn ku ji peywirê hatibû dûrxistin 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hat birîn.
Heta niha bi awayekî navgînî zêde ji sedî 4 ji tevahiya welatiyên Tirkiyê li hemberî Vîrûsa Koronayê hatine vaksînekirin, lê pişk û para parêzgehêln kurdnişîn ji bê yekê gelekî hindik e.