Doza ku 3 sal berê ji aliyê Serdozgeriya Diyarbekirê ve di derheqê Serokê Berê yê Baroya Diyarbekirê hiqûqnas û mafparêz Mehmet Emîn Aktar de hatibû vekirin, bi biryara 6 sal û 3 meh cezakirina Mehmed Emîn Aktar hat encamdan.
Li Çinara navçeya Amedê ji ber ku welatiyan guh da tevdîrên vîrusa koronayê li navçeyê nexweş neman
Serokê Yekîtiya Odeyên Esnaf û Sinhetakaran a Amedê (DESOB) Alîcan Ebedînoglû diyar kir ku di sala dawî de li Amedê 835 esnafan derbaeyên xwe danîne û ji ber pandemiyê 35 hezar kes jî betal mane.
Bi ser danîna qeyûmê Şaredariya Farqînê re 10 meh derbas bûn. Di nava van 10 mehan de ev qeyûmê sêyemîn e tê tayînkirin.
Hat angaştkirin ku li navçeya Licê ya operasyona leşkerî ya artêşa Tirkiyê lê didome, gundiyên li herêma operasyonê hatine îşkencekirin.
Hat diyarkirin ku li çoltera Licê piştî operasyona eskerî, eskeran gund dorpêç kirine û di dorpêçkirinê de gef li welatiyan xwariye.
Leyla Guven ku parlementeriya wê hatibû daxistin, ji aliyê Dadgeha Diyarbekirê ve 22 sal 3 meh sizayê girtîgehê jê re hatibû birin û hat zindanîkirin.
Cabbar Alp piştî salên dûr û dirêj ên li bajaran, biryar da ku vegere gundê xwe. Alp, piştî salan vegeriya gundê xwe yê girêdayî navçeya Farqînê. Alp anî ziman ku divê mirov pêwendiyê bi civaka xwe re deyne.
Partiya Nûdamezirandî ya Demokrat a Kurd (KDP) roja 12ê Kanûna 2020î bi lidarxistina yekem kongreya xwe li Amedê dê bi awayekî fermî têkeve qada siyasî ya Tirkiyê.
Amedspor li mala xwe hat pêşberî Înegolsporê. Di encamê de Amedspor, Înegolsporê bi encama 3-1 têk bir.