Rêveberiya Ewlekariya Enqere ragihand ku li ser êrîşa li dijî dikan û malên welatiyên Sûrî 76 kes hatine destesrkirin.
Çekdarên girêdayî Tirkiyê 7 welatiyên Kurd ji gundekî herêma Efrînê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê girtin. 6 ji wan Kurdên Êzidî ne. Herwiha çekdaran dest bi ser 3 malên welatiyên Kurd de jî girt.
Komên çete yên girêdayî îstîxbarata Tirkiyê li Efrînê hezar û 500 darên zeytûnan qut kirin û dest danîn ser du malên welatiyekî.
Li Amedê 22 berpirs û endamên rêxistinên jinan ên Partiya Demokratîka Gelan (HDP) hatin desteserkirin.
Piştî hêrsbûna partiya serdest a AKPê li hemberî daxuyaniya amîralên xanenişîn ya derbarê rêkeftina Montroyê, Serdozgeriya Komarî ya Enqerê derbarê 10 ji wan amîralên xanenişîn de biryara desteserkirinê da.
Hêza Deryayî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî îro keştiyeke Koreya Başûr li Kendava Farsê desteser kir.