-
Di êrîşa DAIŞê de li parêzgeha Diyaleyê 3 serbazên Iraqê hatin kuştin
Kanûn 17, 2021 14:58Şeva borî terorîstên DAIŞê li navçeya Xaneqînê ya Diyaleyê êrîşî lîwaya 53 a fîrqeya artêşa Iraqê kiriye û di encamê de 3 serbaz hatine kuştin û 2 serbaz jî birîndar bûne.
-
Artêşa Iraqê 2 terorîst li Felûceyê girtin
Kanûn 16, 2021 21:52Çavkaniyên medyayî ji girtina du terorîstan li Felûca Iraqê xeber da.
-
Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê goreke bikomî li Germiyanê dît
Kanûn 16, 2021 13:01Hêzeke Pêşmerge îro di dema encamdana operasyonekê de, goreke bikomî li gundê Doracê yê li herêma Germiyanê dît.
-
Serkirdeyekî DAIŞê li nêzîkî Helebceyê hate desteserkirin
Kanûn 14, 2021 19:42Hêzên ewlehiyê di operasyonekê de serkirdeyekî DAIŞê li nêzîkî Helebceyê desteser kir.
-
Rûsyayê pêgehên terorîstên DAIŞê li biyabana El-Misrib a Sûriyê bordûman kir
Kanûn 13, 2021 14:27Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku balafirên Rûsî 8 êrîşên esmanî li dijî pêgehên DAIŞê yên li biyabana El-Misrib a gundewarê Dêrazorê pêk anîne.
-
Tekeziya Kazimî li ser vekişandina hêzên şerker ên Amerîkayê ji Iraqê
Kanûn 12, 2021 15:48Serokwezîrê Iraqê ragihand ku bi zûtî hêzên Amerîkayê yên şerker ji Iraqê derdikevin.
-
Kurdên Sûriyê 100 çeteyên DAIŞê radestî Iraqê kirin
Kanûn 11, 2021 17:27Çavkaniyên iraqî qala wergirtina 100 çeteyên DAIŞ ji Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) kirin.
-
Mesrûr Barzanî: Pêwîst e kesûkarên qurbaniyên jenosayda Êzidiyan bêne qerebûkirin
Kanûn 10, 2021 15:48Li gorî rapora Kurdisstan24ê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî tekez kir, pêwîst e kesûkarên qurbaniyên jenosayda Êzidiyan bêne qerebûkirin û hevkarî bi civak Êzidiyan re bê kirin ji bo avedankirina Şingalê.
-
Termên 41 Kurdên Êzidî li gundê Koço yê Şengalê bi axê tên sipartin
Kanûn 09, 2021 15:49Termên 41 Kurdên Êzidî yên di sala 2014an de ji aliyê DAIŞê ve hatibûn kuştin, îro li gundê Koço yê Şengalê bi axê tên sipartin.
-
Sengerên Pêşmerge rastî êrîşeke bi mûşekên katyusha hat
Kanûn 08, 2021 09:27Jêderekî ewlehiyê ji hêzên Pêşmerge ji K24ê re ragihand, sengerên hêza Pêşmerge li mihwerê Pirdê duh danê êvarê rastî êrîşeke ji mûşekên katyusha hat.