Teşkîlata kurdên Sûriyê ya bi navê Rêveberiya Xweser hejmareke din ji koçberên Sûrî ji kampa Holê ya Hesekê derxist û ew şandin navçeyên wan ên li Dêrazorê. Derxistina koçberên Sûrî di bin çavdêriyeke tund ya hêzên ewlekariyê de hate kirin.
Terorîstên Rêxistina DAIŞê êrîşî hêzên hikûmeta Sûriyê li beyabana parêzgeha Dêrazorê li rojhilatê Sûriyê kirin
Çavkaniyên xwecihî ragihandin ku dengê teqîneke mezin li nêzîkî qada petrolê ya El-Umer li derdora Dêrazora Sûriyê hat bihîstin.
Çavkaniyên ewlekariyê yên Sûriyê diyar dikin ku karwanekî leşkerî û piştgiriya leşkerî yê Amerîkayê gihêşte baregeha leşkerî-petrolê ya li rojhilatê Dêrazora Sûriyê.
Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihandiye ku li gundewarê Dêrazorê êrîşî wan hatiye kirin.
Fermanderê Giştî yên hêzên HSDê Mezlûm Kobanî serdana Rojhilatê Dêrezorê kir û çendîn civîn ligel aliyên berpirsiyar, kesayet û rîspiyên wê navçê lidar xistin.
Çavkaniyên medyayî ragihandin ku bi roketan êrişî baregeheke neqanûnî ya hêzên têrorîst ên Amerîkayê li Dêrazora Sûriyê kirin.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku balafirên Rûsî 8 êrîşên esmanî li dijî pêgehên DAIŞê yên li biyabana El-Misrib a gundewarê Dêrazorê pêk anîne.
Li gundewarê rojavayê Dêrazorê êrişeke çekdarî hate kirin, di encamê de du kes hatin qetilkirin.
Amerîka roja Duşemê bi karwanekî nû yê ji 40 kamyonan ku çek, alavên serbazî û lojîstîk li wan barkiribûn ji bakurê Iraqê derbasî nav Sûriyê bû, ev yek binpêkirina dubare ya serweriya Sûriyê û qanûnên navdewletî ye.