DAIŞê êrîşî xaleke HSDê kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i331476-daiŞê_êrîşî_xaleke_hsdê_kir
Li bakurê bajarê Dêrazorê, hejmarek çekdarên DAIŞê êrîşî xaleke pişkinînê ya hêzên HSD kirin û di encamê de şer û pevçûn di navbera herdu aliyan de derketin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 17, 2022 19:11 Asia/Tehran
  • DAIŞê êrîşî xaleke HSDê kir

Li bakurê bajarê Dêrazorê, hejmarek çekdarên DAIŞê êrîşî xaleke pişkinînê ya hêzên HSD kirin û di encamê de şer û pevçûn di navbera herdu aliyan de derketin.

Li gor ajansên xwecihî, roja Yekşemê, çekdarên şaneyeke DAIŞê li gundê el-Nemliye ser bi bajarokê el-Sûr li bakurê Dêrezorê êrîşî xaleke Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) kirin.

Li gor zanyariyan di encama êrîşê de, şer û pevçûn bi çekên navincî di navbera herdu aliyan de derketine.

Heta niha HSDê tu daxuyanî derbarê vê êrîşê de nedane.