Berdevkê Rêxistina Enêrjiya Atomê ya Îranê tevî amajeya bi îsbatnebûna tu yek ji tawanên pûç ên atomî li dijî Têhranê di heyama zêdetir ji 20 salên bihurî da, got: Cîhan dizane ku Îran tu wextî li dû bikaranîna ne-aştiyane ya enêrjiya atomî nebûye û nîne.
Wezareta karên derve ya Îranê bi weşandina daxuyaniyeke fermî derbarê bidawîhatina sînordariyên çekdariyê li ser Îranê, destnîşan kir: Ji îro va Komara Îslamî ya Îranê dikare her cûre çek û alavên pêwîst ji her çavkankiyekê, bêyî sînordariya qanûnî û tenê li gorî hewcetiyên xwe yên berevaniyê bi dest bixe û dikare li gorî siyasetên xwe çekên jibo berevaniyê bifiroşe.
Li Tunisê jî çalakvan û hunermendan kampanya boykotkirina malê Tirkiyê ragihandin. Xwestin ku bi riya pêşîlêgirtina malê Tirkiyê aboriya Tunisê rizgar bikin.
Wezîrê karên derve yê Îranê di gotûbêja bi Wezîrê karên derve yê Japonê ra got: Hebûna hêzên biyanî li Rojhilata Navînê pirsgirêkan girantir dike.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi gotina vêya ku 18ê Cotmehê, roja bidawîhatina boykota çekdarî li ser Îranê ye, destnîşan kir ku boykota 10 salî ya zalimane ya çekdariyê, dê roja Yekşemiya tê bê rakirin.
Wezîrê berevaniyê yê Îranê bal kişand ser hovîtî û rezîltiya dijminan a cihanîna terorîzma aborî bo lawzakirina Komara Îslamî û got: "Gelê Îranê dê van dijminatiyan ji bîr neke."
Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê behsa bidawîhatina pergala destûrxwestina derfirotin û kirrîna çekan a Îranê di berbanga 18ê Cotmehê da kir.
Ji bo bersivdayîna daxuyaniyên Erdogan ku gotibû Tirkiye bi rêya Qeterê welatên Kendava Farsê diparêze, Şazadê Siûdî û serokê klûpa El-Hilal ya Erebistanê Ebdulrehman Bin Musaîd banga boykotkirina kel û pelên Tirkiyê kir.
Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê li Twittekê de bertek nîşanî boykotkirina 18 navendên fînansî û bankeyên Îranê ji aliyê Amerîkayê da û desnîşan kir ku ew ê cardin negihêjin encamê û têk biçin.
"Ji ber metirsiyên cezayên Amerîkayê yên muhtemel, şerê li herêma Qefqazê, xerabbûna têkiliyên bi YE`yê re û rewşa aborî, nirxê lîreyê Tirk li hemberî dolarê roj bi roj dadikeve."