Hevsroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan têkildarî operasyona li dijî partiya wan bersiv AKP’ê da û got: “HDP’ê serî netewand. Çond danenî. Wê çong daneyne û bila ev jî ji we re bibe derd. Ez bang li muxalefetê dikim ku li dijî êrişan bibin yek.”
Hevserokê Meclisa Herêma Kobanê Mistefa Îto destnîşan kir ku "Dewleta Tirkiyê ji têkçûna DAIŞ’ê li Kobanê bi rêya girtina siyasetmedarên Kurd tolê hildide."
Salih Muslim operasiyona roja Îniyê li Tirkiyê li dijî HDPê wek xweşbûna rewşê jibo şerê navxweyî li Tirkiyê da zanîn.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar li dijî oprasyona partiya xwe nerazîbûn nîşan da û got: “Daraz bi destê îqtîdarê dixebite. Her ku winda dikin êrişî me dikin. Her ku êriş dikin jî bêtir winda dikin.”
Li navçeya Yakûtliye ya girêdayî navenda Erzeromê ku nîva nifûsa wê kurd in, şaredariya AKP’ê afîşên bi 9 zimanî ku li ser “Ji kerema xwe re rûpoşên xwe bin ber rûyê xwe” bi tevahiya bîlbordên îlanê yên bajêr ve kirin. Lê şaredariyê nifûsa kurd li ber çavan negirt û cih neda zimanê kurdî.
Parlementerê neteweperest ê Parlimana Tirkiyê ji MHP'ê ji ber rexneya ji Wezîrê Çandinî û Daristanan ê Tirkiyê ji vê partiyê hat avêtin.
Têkîldarî operasyonên bertîlxwarin, bêûsilî û sextekariye de Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ê ku qeyûm tayînî şûna wî hatibû kirin û ji peyvirê girtin, nirxandin kir û got: "Modela qeyûm êdî têk çû û hilweşiya."
Meclîsa Jinan a HDP’ê nerazîbûn nîşanî destgîrkirina ESP’î û SKM’ê da û bal kişand ku desthilata AKP-MHP’ê li dijî jinan şer daye destpê kirin û banga ‘Em bi hev re dengê xwe bilind bikin’ kir.