Evdilmelik Bedreddîn Sekreterê Giştî yê Tevgera Ensarullaha Yemenê têkildarî Operasyona Bahoza Eqsayê got, "Filistînî axa xwe diparêzin û Filistîn jî ya wan e."
Roja çaran a pevçûnên bidûhev li bajarokên siyonîstnişîn; Benyamîn Netanyahû Serokwezîrê Rejîma Siyonîst mukir hat ku rojên dijwar li pêşiya wan in.
Îsmaîl Heniye Serokê Ofîsa Siyasî ya HAMAS'ê got: "Bahoza Eqsayê operasyoneka tam filistînî ye."
Meşên ji bo piştevaniya ji Filistînê li deverên cûrbicûr didomin; raporek ji meşa piştgirên Filistînê li New Yorkê tê pêşkêşkirin.
Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî roja Sêşemiyê têkildarî Operasyona Bahoza Eqsayê got, Bahoza 7ê Cotmehê şikestek bo Rejîma Siyonîst e ku nayê cebirandin."
Êrîşên Rejîma Siyonîst ser Zîvala Xezeyê berdewam in; hin wêne ji wêranî û kavilên çêbûyî ji ber van êrîşan bibînin.
Artêşa Rejîma Siyonîst êrîşên xwe yên giran ser Zîvala Xezeyê girantir kirine; Raporek li ser vê yekê tê pêşkêşkirin.
Îshaq Hêrtzog Serokê Rejîma Siyonîst li xwe mukir hat ku Bereya Berxwedanê bi ser ketiye.
Wezareta Tenduristiyê ya Zîvala Xezeyê duh ragihand ku Hejmara şehîdên filistînî lin Zîvala Xezeyê rabû nêzikî 500 kesî.
Nasir Kenanî Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê got, "Operasyona Bahoza Eqsayê xwebaweriya astbilind a Bereya Berxwedanê nîşan da."