Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê êrîşên cinayetbar ên Rejîma Siyonîst ser nexweşxane û cihwarên dînî wek bergeke reş û serşûriyeke din li pirtûka stûr a sûc û cinayetên cengê û dijemirovahiyê yên Rejîma Siyonîst zanî.
Rapora taybet a Kanala Sehera Kurdî ji nerazîtiya kesayetiyên dînî, aliyên siyasî û welatiyên Herêma Kurdistana Irqê li hemberî cinayetên Rejîma Siyonîst dijî Zîvala Xezeyê.
Komeke xortên sûrî li bajarê Dimeşqa paytexta vî welatî kom bûn û cinayetên Rejîma Siyonîst li Xezeyê şermezar kirin.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê di Civîna Komîteya Cîbecîkar a Rêxistina Hevkariya Îslamî li Ceddeyê têkildarî bûyerên Zîvala Xezeyê got, "Pêwîst e ku rêberên Rejîma Siyonîst werin mehkemekirin."
Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Tiştê ku roja îro li Xezeyê û dijî xelkê mezlûm ê Filistînê diqewime, tabloyek ji şaristaniyet, azadî û mafên mirovan e ku rojavayî dawa wê dkin.
Sekreterê Erkantiya Mafên Mirovan a Îranê got: Xeze veguheriye pêşangeha mezin a cûreyên cinayetên Rejîma Siyonîst.
Li gorî ragihandina rayedarên tenduristiyê yên Filistînê, hejmara şehîdên Xezeyê gihîştiye 3500 kesî ku 1030 kesên wan zarok in.
Serokwezîrê Inglîzê vê sibê gihîşte erdên dagirbûyî.
Êrîşên Rejîma Siyonîst ser Zîvala Xezeyê hema wisa didomin û gellek karzan cinayeta Rejîma Siyonîst a ser Nexweşxaneya El-Me'medaniyê wek Holokasta vê sedsalê bi nav dikin.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku ji ber bombebarana Nexweşxaneya El-Me3Medaniyê li Xezeyê ji aliyê dagirkerên siyonîst va zêdetirî 500 filistînî şehîd bûne.