Raporek li ser armancagirtina xwefirrên Rejîma Siyonîst ji aliyê Hizbullaha Libnanê va tê pêşkêşkirin.
Televîzyona Rejîma Siyonîst ragihand ku ji destpêka Operasyona Bahoza Eqsayê va, hejmara kuştiyên Îsraîlê derket 1538 kesan.
Xelkê herêma Daxistanê du şev beriya niha bi kombûna li balefirgeha Mahaç Qeleyê nerazîtiya xwe li hemberî rûniştina balefira Rejîma Siyonîst nîşan dan.
Nasir Kenanî Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê got, "Êrîşên siyonîstan ser Xezeyê êrîşa berdewam ser mirovahiyê ye."
Hizbullaha Libnanê ji destpêka Operasyona Bahoza Eqsayê da 43 operasyon li dijî Rejîma Siyonîst pêk anîne.
Hizbullaha Libnanê roja Şemiyê dîmenên têkşikandina Tankeke Merkava-4 ya Rejîma Siyonîst di encama operasyoneke xwe da belav kirin.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê di axaftina bi rêya telefonê digel Mîrê Qeterê da got, "Gelê Filistînê roja îro zêdetir ji her demekê hewcedarê piştevaniya cîhanî ye."
NY'yê derbarê rewşa aloz a li Zîvala Xezeyê ji ber êrîşên hovane yên Rejîma Siyonîst ji wan nebûna ceryanê hişyarî da.
Rayedarên filistînî ragihandin ku di roja 15an a Operasyona Bahoza Eqsayê da, hejmara şehîdên filistînî rabû 4 hezar û 385 kesan.
Serokwezîrê Iraqê Muhemed Şiya El-Sûdanî têkildarî êrîşên berdewam ên Rejîma Siyonîst ser Zîvala Xezeyê got, "Xeze pêrgî qirrkirinê bûye."