Muhemed Hindî Cîgirê Sekreterê Giştî yê Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê got, "Amerîka û Îsraîl bi dû standina karta girîng a Bereya Berxwedanê yanî kesên desteserbûyî ne."
Serokê tevgera Hemasê li derve ragihand ku armanca Rejîma Siyonîst ji terorkirina Salih El-Arûrî, alîkarê nivîsgeha siyasî ya vê tevgerê, hinardekirina qeyrana xwe bo derve û tevlihevkirina hesabên berxwedanê û navçeyê bû.
Di encama 87an rojan êrîşên berdewam ên Rejîma Siyonîst ser Zîvala Xezeyê da, sedî 70'yê mal û avahiyan li vê herêmê wêran û kavil bûne.
Roja 86an a Operasyona Bahoza Eqsayê; hejmara şehîdên Xezeyê gihîşte 21 hezar û 822 kesan û kuştiyên Artêşa Rejîma Siyonîst jî zêde bûn.
Naftali Bennett Serokwezîrê berê yê Rejîma Siyonîst rexne li Serokwezîrê niha yê vê rejîmê Benyamîn Netanyahû girt û got, Bîbî (Netanyahû) armancên siyasî dişopîne.
Şêx Nebîl Qawûq Endamê Konseya Navendî ya Tevgera Hizbullaha Libnanê ragiahnd ku Berxwedan ji bo her kiryareke nişkêvayî ya Amerîkayê li Deryaya Sor amade ye.
Ehud Barak Serokwezîrê berêyê Rejîma Siyonîst Operasyona Bahoza Eqsayê wek bûyera herî bitalûke ya dîroka sexte ya vê rejîmê zanî.
Muhemed Elhac Mûsa Berdevkê Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê got: Belge û şehedî nîşan didin ku Rejîma Siyonîst di qupiya Xezeyê da asê maye û heta niha ti destkeftek bi dest nexistiye.
Berpirsekî Hemasê îdiaya çavkaniyên siyonîstî yên derbarê hebûna plana mizakireyê li ser agirbesa çend hefteyî derew zanî.
Zîrevana Mafên Mirovan ê Ewropûa-Medîteraneyê ragihand ku hêzên Artêşa Rejîma Siyonîst li Zîvala Xezeyê dikevin malên filistîniyan û dizî dikin.