Mélanie Joly Wezîra Karên Derve ya Kanadayê ragihand, Kanada firotina çekan bo Rejîma Siyonîst radiwestîne.
Josep Borrell Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê nîgeraniya xwe ji ber cinayetên siyonîstan li Zîvala Xezeyê diyar kir.
Kêşe û gêreyên di navbera aliyên siyasî li Rejîma Siyonîst li ser şerê Xezeyê û dûhatên wê gurrtir bûne.
Artêşa Rejîma Siyonîst careke din ji asimên va êrîşî ser navçeya Qelemûnê li nêzikî Şama paytexta Sûriyê kir.
Artêşa Rejîma Siyonîst ragihand ku bi hezaran leşkerên wê bi dû destpêbûna şerê Xezeyê da tûşî kêşeyên derûnî bûne û serî li dixtoran dane.
Roja 160î ya Jenosayda Amerîka û Rejîma Siyonîst li Zîvala Xezeyê; cinayet berdewam in.
Qasim El-E'recî Rawêjkarê Ewlehiya Neteweyî yê Iraqê got, "Diqewime hin kes li Iraqê hebin ku ji bo MOSSAD'ê kar bikin."
Rejîma Siyonîst bereberê îniya yekem a Meha Remezanê tevdîrên giran ên êmnî li derdora Mizgefta Eqsayê sepandine.
Sîrîl Ramafosa (Cyril Ramaphosa) Serokkomarê Afrîqaya Başûr got: "Îsraîlê hikmê Dîwana Navneteweyî ya Dadweriyê ya Laheyê derbarê Xezeyê bi cihb neaniye"
Tevî destpêbûna meha bimbarek a Remezanê, êrîşên Rejîma Siyonîst ser xelkê vê herêmê hema wisa didomin; raporekê li ser vê mijarê bibînin.