-
Ayetullah Sîstanî ji gelên cîhanê xwest piştgiriya gelê Filistînê bikin
May 12, 2021 07:52Merceyiyeta Bilind a Şîeyên Iraqê piştevaniya xwe ji bo "berxwedana lehengî ya miletê serbilind ê Filistînê" li dijî zor û zilma dagirkerên siyonîst dubare kir û bang li neteweyên azad ên cîhanê kir ku piştgiriya Filistîniyan bikin.
-
Rejîma Îsraîl: Filêstiniyan zêde ji 1000 mûşekan avêtine Îsraîlê
May 12, 2021 06:57Ji Şeva borî heta serê vê sibehê careke din hejmareke zêde ya mûşekan ber bi Israîlê ve hatin avêtin. Artêşa Rejîma Siyonîst dibêje zêdetirî ji 1000 muşekan ji Xezayê ber bi Îsraîlê ve hatine avêtin.
-
150 mûşek ji Zîvala Xezeyê bo erdên dagirbûyî hatin avêtin
May 11, 2021 04:39Çavkaniyên nûçeyan ragihandin ku di saetên borî da 150 mûşek ji Zîvala Xezeyê ber bi erdên dagirkirî yên Filisstînê va hatine avêtin.
-
Berxwedana Filistînê di bersiva cinayeta Rejîma Siyonîst nevendên vê rejîmê dan ber mûşekan
May 10, 2021 19:54Li gorî çavkaniya ji Xezayê de, komên Berxwedana Filîstînê yên li Xezayê, Qudis û yekîniyên niştecihan ên siyonîst ên li nêzî Xezayê topbaran kirin û nuqteyeke leşkerî ya li Xezayê kirin armanc. Ew êriş li ser bersivdana cinayet û êrişên Rejîma Îsraîlê li dijî filistîniyên li Qudisê pêk hat. Ew yek jî îşaretê bi şerekî leşkerî ya berfireh bi artêşa Rejîma Îsraîlê re dike.
-
Berteka Zerîf a li hember gulleberdana siyonîstan a ber bi nimêjkiranli Mizgevta El-Eqsayê
May 10, 2021 18:49Wezîrê Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf êrîşa Rejîma Siyonîst ber bi nimêjkerên li Mezgevta El-Eqsayê şermezar kir.
-
Sê zarokên Filistînî di êrişa hawanan a rejîma Îsraîlê ya li ser bakurê Xezeyê de şehîd bûn
May 10, 2021 17:07Herî kêm sê zarokên Filistînî êvara Yekşemê di êrişa hawanan a Rejîma Siyonîst a li dijî bakurê Xezeyê de şehîd bûn.
-
Îsraîlê malek li bejahiyên Quneyterê kir armanc û sivîlek birîndar bû
May 10, 2021 15:49Ajansa SANA’yê ya hikûmeta Sûriyê ragihand ku Rejîma Îsraîlê malek li rojavayê bajarokê Hedir ê bejahiya bakurê Quneyterê kir armanc, di encamê de sivîlek birîndar bû.
-
Li Filistînê 90 kesên din jî birîndar bûn
May 10, 2021 05:58Bi hezaran filistînî li mizgefta El-Eqsayê bi boneya Şeva Qedrê ya 27 Remezanê kom bû û di navbera wan û polîsên Rejîma Siyonîst de şer derket. Di encamê de zêdetirî 90 kesên din jî birîndar bûn.
-
NY: Derxistina Filistîniyan ji Qudsê ya ku Îsraîl dike, Cinayeteke Cengî ye
May 08, 2021 19:59Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî derxistina Filistîniyan ji Qudsê ya ku Îsraîl dike, wek Cinayeteke Cengî da zanîn û xwest ku bila rejîma Îsraîl valakirina Qudsa dagirkirî ji filistîniyan bi dawî bike.
-
Filistînê ji Rêxistinên Navneteweyî xwest ku rûniştineke awarte derbarê rewşa Qudsê li dar xin
May 08, 2021 19:32Di berteke bûyerên vê dawiyê li bajarê Qudsê yên dagirkirî û êrişa siyonîstan ya li dijî Fîlîstîniyan de, Rêvebiriya Xweseriya Filistînê banga civînek awarte ya rêxistinên navneteweyî kir.