Li Filistînê 90 kesên din jî birîndar bûn
Bi hezaran filistînî li mizgefta El-Eqsayê bi boneya Şeva Qedrê ya 27 Remezanê kom bû û di navbera wan û polîsên Rejîma Siyonîst de şer derket. Di encamê de zêdetirî 90 kesên din jî birîndar bûn.
Heyva Sor a Filistînê duh di saetên sibê de da zanîn ku di encama binpêkirina dagirkeran ji meşên gelê Filistînê re li qada mizgefa El-Eqsayê zêdetirî 90 kesî birîndar bûn û di nava birîndaran de kalepîrek, zarokekî 1 salî, 5 zarokên din û xebatkarekî tenduristiyê hene.
Heyva Sor diyar kir ku piraniya birîndaran bi gullên plastîk û bombeyên deng, her wiha bi lêxistinê birîndar bûne.
Wezareta Ewqafê ya Filistînê got 90 hezar kes li mizgefta El-Eqsa kom bûbûn.
Ji aliyekî din ve, li herêmên cuda yên Dîfa El-Xerbiye (Rojavayê Çemê Urdinê) şer derket û çalakiyên "metirsiyên bi şev" (El-Irbak El-Leylî) li ser sînorê Xezayê vegeriyan.
Nûçegihanê me ragihand ku artêşa Îsraîlê êrişî baregeheke tevgera Hemasê ya li Xezayê kir û bersiva moşeka ku ji Xezayê hate avêtin, da.