Balafirên şer ên dewleta Tirkiyê li Amêdiyê wesayîtek sivîlan kir hedef. Tê gotin du kes di wesayîtê de jiyana xwe ji dest dane.
Balafirên artêşa Tirkyê saet di 19.50’an de sê caran li bajaroka Mangeşk a Duhokê dan.
Fermandetiya Operaasiyona hevpar a Iraqê qala candana fermandarekî bilind, efsereke û birîndarbûna du hêzên din di êrîşeke têrorîstî li parêzgeha Enbarê kir.
Konseya Leşkerî ya Zîrganê qala êrîşên artêşa Tirkiyê li ser Zîrganê û hewildana çekdarên koma bi navê "Artêşa Azad a Sûriyê" jibo derbasbûna bo vê navçeyê kir.
Hawar News: "Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê li gundewarên rojava û bakurê rojavayê Minbicê li dijî sivîlan komkujiyek pêk anî. Di êrişa Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê de 6 sivîl şehîd bûn."
Serokwezîrê Libnanê got ku Rêjîma Siyonîst careke din serweriya vî welatî û biryarnameya 1701ê ya NY binpê kiriye.
Serkirdeyekî Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistana Iraqê (YNK) helwêsta xwe derbarê êrîşên Tirkiyê li ser bakurê Iraqê nîşan da.
Misirê ji bo ku hêza Tirkiyê li Iraqê qels bike, kar û xebata xwe berfirehtir kir û ji pisporan xwest ku têkiliyên bi Kurdên li Sûriyê û Iraqê re baş bikin.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Iraqê Ehmed El Sahef bal kişand ser êrişên dewleta Tirkiyê yên li ser xaka Herêma Kurdistanê û got;” Ji bo dawîanîna êrişên Tirkiyê Iraq gotûbêjan dike.”
Firokeyên şêrr ên artêşa Tirkiyê careke din gundên navçeya Biradostê li parêzgeha Hewlêrê ya Herêma Kurdistanê dane ber bombeyan.