Siyonîst ketin nav Mizgefta Eqsayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i321488-siyonîst_ketin_nav_mizgefta_eqsayê
Hejmareke bajaroknişînên siyonîst bi piştgiriya çekdarên israîlî ketin nav sehnên Mizgefta Eqsayê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 17, 2020 14:27 Asia/Tehran
  • Siyonîst ketin nav Mizgefta Eqsayê

Hejmareke bajaroknişînên siyonîst bi piştgiriya çekdarên israîlî ketin nav sehnên Mizgefta Eqsayê.

Ajansa filistînî ya Meayê ragihand ku siyonîst roja Sêşemiyê piştî êrîşa ser Mizgefta Eqsayê ketin nav sehnên vê mizgefta pîroz û dirûşmeyên dijî Îslamê bilind kirin.

Destdirêjiyên lidûhev ên siyonîstan ser Mizgefta Eqsayê di rewşekê da ye ku saziyên navneteweyî û Mafên Mirovan li hemberî van kiryaran in hema wisa bêdeng in.

Hevdem çekdarên Rêjîma Siyonîst êrîşî ser malên filistîniyan li Kêleka Rojavayî kirin û hejmareke filistîniyan girtin.

Maleke filistîniyan jî li navçeya Sehl Beqîeyê li Kêkea rojavayî ji aliyê çekdarên siyonîst hat xerakirin.