Qonaxa duyem a operasiyona Rêxistina Heşda Şeibiyê li rojavaya Iraqê destpê bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i321302-qonaxa_duyem_a_operasiyona_rêxistina_heşda_Şeibiyê_li_rojavaya_iraqê_destpê_bû
Rêxistina Heşda Şeibiyê qala destpêbûna qonaxa duyem a operasiyona vê rêxistinê li parêzgeha Enbarê jibo jinavbirina cihên çeteyên DAIŞê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 11, 2020 13:28 Asia/Tehran
  • Qonaxa duyem a operasiyona Rêxistina Heşda Şeibiyê li rojavaya Iraqê destpê bû

Rêxistina Heşda Şeibiyê qala destpêbûna qonaxa duyem a operasiyona vê rêxistinê li parêzgeha Enbarê jibo jinavbirina cihên çeteyên DAIŞê kir.

Navenda Ragihandinê ya Rêxistina Heşda Şeibiyê roja Çarşemiyê bi daxuyaniyekê ragihand: Tîpên cûrbecûr ên Erkantiya Fermandetiya Operasiyona Enbarê hevrê digel erkantiyên Operasiyona Artêşê qonaxa duyem a operasiyona Lebeyk ya Resûlellah (S) li rojavaya parêzgeha Enbarê destpê kirin.

Di daxuyaniya Rêxistina Heşda Şeibiyê da hatiye: Armanca vê operasiyonê jinavbirina tûnelên binerdî û çeperên DAIŞê jibo êrîşa têrorîstî dijî welatiyên sivîl û hêzên ewlehiyê ye.