Berdevkê Hêzên Çekdar ên Iraqê ragihand ku serçeteyekî koma terorîst a DAIŞê li parêzgeha Selahedînê ya bakurê Iraqê hate girtin.
Hêzên ewlekariyê yên çavdêriyê li ser girtîgehên çeteyên DAIŞ’ê dikin, hewldana reva girtiyên DAIŞ’ê ji gitîgeha Sînaa ya li bajarê Hesekê têk bir.
SOHR’ê ragihand ku "Dewleta Tirkiyê mûçeya çeteyên ji Sûriyê ku li Lîbyayê ne, ku berê 2 hezar dolar distandin, daxist 600 dolarî."
Wezareta karên hundir a Iraqê qala girtina 24 çeteyên DAIŞê li parêzgeha Nêynewayê kir.
Rojnameya Erebî ya EL-BEYAN nivîsî: "Bertekên Rûsyayê û aliyên navdewletî li dijî veguhastina çekan û çeteyan bo Lîbyayê ne."
Çekdar û çeteyên Tirkiyê, 11 welatiyên Kurd ji 3 gundên Efrînê li bakurê rojavayê Sûriyê revandin. Grûpek jî ji 20 rojan ve darên daristanên 2 gundan qut dikin.
Li dû êrîşa çeteyên têrorîst ên DAIŞê li ser navendeke ewlehiyê li rojavayê Iraqê, pênc hêzên polîsê vî welatî hatin kuştin û birîndar bûn.
Çeteyên ku Dewleta Tirkiyê ew rêkirin Lîbyayê, li xwe mikur hatin ku wan "sûcên dizîn û talankirinê der heqê malên gelê Lîbyayê de" pêk anîne.
Li bajarê Efrînê yê ku bakurê rojavayê Sûriyê artêşa Tirkiyê û terorîstan ew dagîr kiriye, sê jinên kurd ji aliyê çeteyên Tirkiyê ve hatin revandin.
Balefirên şêrr ên Artêşa Sûriyê Navenda fermandetiya têrorîstan li Idlibê ji nav bir.