-
Rûsya li Sûriyê êrîşên xwe ser çeper û pêgehên çeteyên Tirkiyê zêde kirine
Çirî 13, 2021 05:24Hêzên asmanî yên Rûsyayê êrîşên xwe ser navçeyên li bin destê Tirkiyê û opozisyona Sûriyê berfireh dikin. Şeva borî, hêzên asmanî yên Rûsyayê bi rokêtan êrîşî çeteyên Tirkiyê li bajarokê Marihê kiribûn, lê heta niha encamên êrîşê nehatine aşkere kirin.
-
9 çeteyên DAIŞê ji aliyê hêzên artêşa Iraqê va hatin girtin
Çirî 06, 2021 06:20Berdevkê Fermandetiya giştî ya hêzên çekdar ên Iraqê ragihand ku artêşa vî welatî bi pêkanîna çend operasiyonên cuda li 5 parêzgehan karî 9 çeteyên terorîst ên DAIŞê nas bike û bigire.
-
Di ber çavên artêşa Tirkiyê de çeteyên wê li Efrînê 3 sivîlên din revandin
Çirî 05, 2021 14:37Çeteyên artêşa Tirkiyê ku herêm û bajarê Efrînê dagir kiriye li navçeya Şêrawayê 3 sivîl revandin û îşkence li wan kir.
-
Artêşa Tirkiyê di çarçêva dewama êrişên ser bakurê Sûriyê de gundekî Eyn Îsa topbaran kir
Çirî 02, 2021 06:09Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê di çarçêva dagirkerî û êrişên xwe ser bakurê Sûriyê, gundekî Eyn Îsayê topbaran kirin.
-
El-Menfî li Almanya ser dosyaya çeteyan û hêzên biyanî din nav Lîbyayê de gotûbêj dike
Çirî 01, 2021 08:24Serokê Meclisa Serokatiya Lîbyayê Mihemed El-Menfî îro bi serokwezîra Almanya Angela Merkel û hejmarek rayedaran re, dosyaya çete û hêzên biyanî li Lîbyayê û şerê li dijî terorê gotûbêj dike.
-
Meclisa Konseya Ewropayê: 'Dewleta Tirkiyê çeteyên sûrî şandin Komara Azerbêcanê'
Çirî 01, 2021 06:35Meclisa Parlamantê ya Konseya Ewropayê piştrast kir ku dewleta Tirkiyê sala borî çeteyên sûrî şandin Komara Azerbêcanê da ku beşdarî şerê li dijî Ermenistanê bibin.
-
Çeperên terorîstên mayî yên DAIŞê li Kerkûkê hatin jinavbirin
Îlon 29, 2021 05:40Hêzên artêşa Iraqê bi pêkanîna operasiyoneke berfireh li parêzgeha Kerkûkê, çeperên terorîstên DAIŞê yên mayî ji nav birin.
-
Êrişên artêşa Tirkiyê û çeteyên wê ser gundên bakura Sûriyê berdewam dikin
Îlon 24, 2021 16:07Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê îro jî gund û bajarokên bakurê Sûriyê yên wekî gundê Tewîla li rojavayê Til Temirê, gundê Dirdara yê bakurê Til Temirê, gundê Eyn Deqnê yê devera Şehbayê, gundê Mielek ê rojavayê Eyn Îsa, Kampa Eyn Îsa û riya M4 û gundê Qinêtir ê navça şêrawa bi dijwarî topbaran dike.
-
Bombeyek li bajarê Efrînê teqiya
Îlon 24, 2021 05:13Li bajarê Efrînê yê bakurê rojavayê Helebê ku ji aliyê hêzên dagirker ên Tirkiyê û çeteyên wê yên ji komên terorîst pêkhatî ve dagir bûye, wesayîteke bombebarkirî teqiya. Di encama vê teqînê de 2 kes birîndar bûn.
-
Li devera kurdî ya bakurê rojavayê Sûriyê mayînek teqiya 4 zarokan birîndar bûn
Îlon 23, 2021 13:50Li devera dagirkirî ji aliyê artêşa Tirkiyê û çeteyên wê ya herêma Efrînê li bakurê rojavayê Sûriyê mayînek bi 4 zarokan de teqiya. Her 4 zarok birîdar bûne û ew rakirine nexweşxanê.