Komîteya Rizgarkirinê ya Navneteweyî diyar kir ku dewleta Tirkiyê amadekariyan dike ku çeteyên Efgan ber bi herêma Qerebaxa Çiya ve bişîne.
Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê gundên Bênê û Aqîbe yên navçeya Şêrawa ya Efrînê topbaran dikin.
Yekîneyên Parastina Gel a Sûriyê (YPG) artêşa Tirkiyê bi bikaranîna gaza jehrîn û bombeyên kîmyawî tawanbar kir.
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihandine ku li devera Efrînê ya bakurê rojavayê Sûriyê di 2 operasyonan de, hêzên wan 11 çeteyên girêdayî Tirkiyê kuştine û 4 çete jî birîndar kirine.
Artêşa Tirkiyê û grûpên çete yên ser bi wê gundên Minbicê û gundê Derdara yê dikeve bakurê navça Til Temirê topbaran dikin û di van êrişan de berî her kesî xelkê sivîl bûne hedef.
Meclîsa Leşkerî ya Babê ragihand ku li gundê Yaşlî yê Bab li bakura Sûriyê ku artêşa Tirkiyê û çeteyên wê ew dagir kirine, çalakiyeke bersivdanê hatiye lidarxistin û di encamê de 12 leşkerên Tirkiyê û 10 çeteyên wê hatine kuştin.
Hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên kurdên Sûriyê îdiayên Wezareta Berevaniya Tirkiyê yên têkildarî teqîna li Efrînê ya 5ê Îlonê red dike û dibêje divê gelê Kurd û raya giştî ya cîhanê bi daxuyaniyên Tirkiyê bawer nekin.
Wezareta Perwerdeyê ya hikûmeta Demkî ya çeteyan li deverên ku bi hevkariya Tirkiyê dagir kirine waneyên zimanê Kurdî ji nav programên xwendinê li dibistanên herêma Efrînê derxistin.
Li bajarê El-Babê yê Sûriyê ku artêşa Tirkiyê û çeteyên wê ew dagir kiriye, baregeheke arteşa Tirkiyê hat topbarankirn û di encam de leşkerek hat kuştin û 4 jî birîndar bûn.
Li bajarê kurdan ê Efrînê yê bakurê rojavayê Sûriyê teqînek qewimî û herî kêm 3 kes hatin kuştin.