Çeteyên ser bi artêşa Tirkiyê li herêma dagîrkirî ya Efrînê, 6 kesên sivîl revandin, di nava wan de 3 keçik in.
Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê di berdewamiya êrişên xwe yên ser deverên kurdî li Sûriyê de, 5 gundên navçên Şera û Şêrawa yên Efrînê û herwiha gundekî Til Temirê topbaran kirin.
Artêşa Tirk a dagirker ji vê sibehê ve gundên Birc Qas û Meyasê yên girêdayî navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê ya dagirkirî, topbaran dike.
Li ser riya Elî Fero ya di navbera riya M4 û bajarê Qamişlo de, otomobîlek rastî êrişê hat.
Jêderekî ji bajarê Efrînê ji K24ê re ragihand, îro saet 14:30 hejmarek mûşek li nava bajarê Efrînê ketin.
Topxana artêşa Tirkiyê û çeteyên girêdayê Enqerê navenda bajarokê Zirganê yê ser bi parêzgeha Hesekê li rojhilatê Sûriyê bi giranî topbaran dike û jinekê û zarokekê canê xwe ji dest dan,11 sivîlên din jî birîndar bûn.
Çeteyên Fîrqeya Siltan Murad, bi fermandariya Neqîb Ûrabe Idrîs 16 welatiyên Kurd ji gundê Qutqulaqê ser bi nahiyeya Şera ya bajarê kurdên Sûriyê Efrînê ve girtin.
Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê gundewarên Til Temir topbaran kirin û di encamê de hejmarek ji welatiyên gundên nêzîkî sengerên şer koçber bûn.
Piştî ku gundewarê navçeya Zirganê rastî topbaraneke dijwar ji aliyê artêşa Tirkiyê û çeteyên wê ve hat, şandeyeke hêzên Rûsyayê serdana bereyên şêr ên li gundewarên navçeya Zirganê kir.
Artêşa Tirkiyê,,4 şêniyên gundê Celemê yê navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî, revandin. Her wiha navên 9 sivîlên ji gundê Qurtqulaq ê navçeya Şerayê ku duh ji aliyê çeteyan ve hatibûn revandin, eşkera bû.