Bombebarana dorhêla Quneyterê li başûrê Sûriyê ji aliyê Rejîma Siyonîst ve
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i359344-bombebarana_dorhêla_quneyterê_li_başûrê_sûriyê_ji_aliyê_rejîma_siyonîst_ve
Artêşa Rejîma Siyonîst sibeha îro bi avêtina sê mûşekan navçeyên derdora girika Til Ehmerê li rojhilata parêzgeha Quneyterê kire hedef.
(last modified 2026-07-30T15:21:21+00:00 )
Tîrmeh 30, 2026 18:14 Asia/Tehran
  • Bombebarana dorhêla Quneyterê li başûrê Sûriyê ji aliyê Rejîma Siyonîst ve

Artêşa Rejîma Siyonîst sibeha îro bi avêtina sê mûşekan navçeyên derdora girika Til Ehmerê li rojhilata parêzgeha Quneyterê kire hedef.

Çavkaniyên herêmî ragihandinev êrişa di serê sibehê de cih hat û tevî ku mûşek li navçê ketin, ti kesek nehat kuştinê. Ev êrişa di halekî de cih hat ku tenê çend rojan berî nika jî Artêşa vê rejîmê, zewiyên cotkariyê yên derdora gundê Torenceyê li bakûrê parêzgeha Quneyterê dabûn ber 4 mûşekan.

Di van hefteyên buhurî de êriş û operasiyonên leşkerî yên Rejîma Siyonîs tli navçeyên başûrî yên Sûriyê, bi taybet li parêzgehên Quneytere û Derayê zêde bûne û bi caran pêgeh û navçeyên curbicur ên van deveran ketine ber êrişên bi mûşek û topan.