Çile 25, 2026 18:02 Asia/Tehran
  • Çekdarkirina beşeke tezelawên girtîgeha Etqanê ji hêla DAIŞê va

Dayra Girtîgehan a bakur- rojhilata Sûrîyê ragihand ku tezelawên ku ji hêla artêşa Sûrîyê va li girtîgeha Etqan a Reqayê hatine azadkirin, beşek ji wan ji hêla DAIŞê va hatine çekdarkirin.

Dayra Girtîgehan a bakur- rojhilata Sûrîyê di daxûyanîyekê da ragihand ku ew tezelawana du kom in; komek destê wan di tawanên curbicur da heye u li gorî dozvekirna fermî ya welatîyan hatine girtin u komek jî gorîyê destê çekdarên DAIŞê ne u ji êla vê komê va hatine çekdarkirin.

Girtîgeha Etqanê li Reqqayê di 23yê vê mehê da ji hêla HSD va hat radestkirin, girtîgeha ku nêzî 2 hezar terorîstên herî bitaluke yên DAIŞê ku li Bagozê hatibûn girtin, tê da dihatin ragirtin.

 

Serepeyv