Çavkaniyên agahdar: Agirbesa HSD`ê û Şamê hat dirêjkirin
Çile 24, 2026 18:42 Asia/Tehran
Hikûmeta Sûriyê bi serokatiya Colanî û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li ser dirêjkirina wê agirbesa ku îro roja dawî ya wê bû li hev kirin.
Li gorî gotina çavkaniyên agahdar, hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li ser dirêjkirina agirbesê li hev kirine
Tê gotin ku agirbes ji bo mehekê hatiye dirêjkirin lê çavkaniyeke din li Şamê ev xeber piştrast nekir.
Lê Fermandarekî payebilind ê HSD`ê got: Agirbesa di navbera me û artêşa Sûriyeyê de heta demeke nexuya hate dirêjkirin.
Çavkaniyeke din ji HSD`ê got agirbes ji îro ve dê heta mehekê bidome.
Agirbesa di navbera HSD û hikûmeta Şamê de ji bo çar rojan hatibû îlankirin û ew agirbes îşev de saet 08:00`an de bi dawî dibû.