Amerîkayê dîsan bêbextî li kurdan kir
Di van rojana û di nava tundbûna êrişên hêzên hikûmeta demkî ya Colanî ser kurdên Sûrîyê da, tevî ragihandina agirbesê di navbera HSD u hikûmeta demkî ya Colanî da, çavkanîyên haydar aşkira kirin ku ew êrişana bi lampa kesk a Amerîkayê hatine kirin.
Piştî êrişên hêzên hikûmeta demkî ya Colanî ser Taxên Eşrefîye u Şêx Meqsûd ên Helebê u paşê berdewambûna êrişên hanê ser navçeyên din ên kurdnişîn u vekişîna kurdan ji beşeke herêmên di bin kontrola xwe de, beşeke kurdên Sûrîyê ragihandin ku Amerîkayê dîsan li pişt va xencer li wan xistîye û ji ber sîyaseta HSD, PYD u MSD u partî û komên din ên kurd ku ji ber xîyaneta Amerîkayê ya di salên 2019 u 2023 himber kurdan ders wernegirtine, rexne kirin.
Êrişa hikûmeta demkî ya Colanî ser kurdên Sûrîyê hevgavê muzakireyên an u hikûmeta demkî ya Şamê bi navbeynkarîya Amerîkayê, li gorî gotina beşeke zêde ya kurdên Sûrîyê careke din selimand ku Amerîka li Rojhilata Navînê hertim bi dû berjewendîyên xwe bûye û hevkarîya kurdan bi Hevalbendîya qaşo Têkoşîna Dijî DAIŞê ra tenê xapîneke mezin bûye u ji roja ku Amerîka li Sûrîyê bi cih bû va hertim nift û çavkanîyên xelkê talan kirîye û hema di destpêkê da bêbextî li kurdan kirîye u pêwîst bû ku rayedar u berpirsên kurd ji rabhoriyî dersê wergirtana u vê carê bi Amerîkayê nexapîyana.
Ji hêla din va beşeke çavdêrên sîyasî yên kurd ên sûrî tevî amajeya ser dema destpêkirina êrişên hêzên hikûmeta demkî ya Colanî ser wan ragihandin ku tam hevgavê muzakireyên tev hikûmeta demkî ya Şamê, desteyeke hikûmeta Colanî li Fransayê bi desteyeke Rejîma Sîyonîst ra jî civîya û Amerîka di her du muzakireyan da navbeynkar bû u bê şik u guman rayedarên Qesra Sipî di çarçova qumareke din da, tevî sepandina daxwaza Rejîma Sîyonîst ser hikûmeta demkî ya Colanî, lampa kesk ji bo êrişên hêzên Colanî ser kurdên Sûrîyê vêxistin.
Eva di halekî da ye ku Ajansa Nûçeyan a Reutersê ragihand ku çavkanîyên haydar basa hevdestîya Amerîkayê u hikûmeta Colanî ji bo wêdadayîna kurdan li gorî bidawîhatina dema bikaranîna wan li Sûrîyê dikin. Çavkanîyên haydar aşkira kirin ku pêşdaçûna zû ya hêzên hikûmeta demkî ya Colanî li navçeyên di bin kontrola HSd da, ne destkevteke leşkerî belku encama demajoyeke sîyasî bûye ku di çarçova wê da civînên nihênî li Şam, Parîs û Herêma Kurdistana Iraqê di meha Çillê da pêk hatin. Amerîkîyan jî himber vê demajoyê nerazîbûn nîşan nedan. Aldar Xelîl endamê Desteya Rêvebirîya PYD jî mukur hat ku Amerîka bi dû berjewendîyên xwe ye.