Pevçûna giran derdora Kempa Holê/ Hêzên HSD`ê dil hebûn derî li girtiyên DAIŞ`ê vekin
Hêzên Colanî dibêjin hêzên HSD dev ji nobedariya kampa Holê berdane û hêlane girtî derkevin.
HSD jî dibêje li derdora kampê pevçûnên giran çêbûne. Desteya opersyonên hêzên Colanî ragehand ku HSD dev ji noberdariya kampa Holê li parêzgeha Hesekê berdaye û derî li ser girtiyên nav kampê vekirî hiştine ku derkevin. Heta niha HSD tu tiştek li ser valakirina kampê negotiye lê di daxûyaniyeke bi lez de ragehand ku pevçûneke giran li derdora kampê derketiye ku bi hezaran kes û xizmên çekdarên DAIŞ`ê têde hene. Niha rewşa meydanî ber bi aloziyeke zêdetir ve diçe. HSD dibêje ku hêzên Colanî cardinê bi çekên giran û bi xwefiran êriş kirine ser zindana Eqtanê. Îro hewil hat dayîn ku deriyên zindanê bişkînin lê şervanan hewldana wan bê encamp kirin.
Ferhad Şamî, berdevkê HSD`ê, got: Hêzên Colanî hewileke zêde didin zindanê kontrol bikin an jî bi top û mûşekan didin ber bombeyan ku peyamekê bidin girtiyan û serî hildin lê bi ser neketin. Şamî her wiha eşkere kir ku hewla serhildanê li zindanê rastî işkestê anîn.