120 zindaniyên DAIŞ`ê ji Şedadê reviyane
Çile 20, 2026 18:46 Asia/Tehran
HSD dibêje, çekdarên Colanî derî ji wan re vekirine.
Nêzîkî 120 çekdarên DAIŞ`ê ji zindana Şedadê li derdora Hesekê reviyane ku pêştir di bin kontrola hêzên HSD de bû.
HSD dibêje çekdarên girêdayî bi hikûmeta Colanî êrişî ser zindanê kirin û derî jibo bi hezaran endamên DAIŞ`ê vekirin. Li gorî zaniyarên HSD`ê zindana Şedadê cihê destserkirina nêzîkî 1000 çekdarên DAIŞ`ê ye. Pêştir navenda ragehandinê ya HSD`ê hişyarî dabû ku komên çekdar ên girêdayî bi Colanî bona çêkirina aloziyê, zindanên DAIŞ`ê û kampan dikin armanc.
HSD hişyarî da ku ev êriş di vê dema hestyar de metirsiyeke mezin jibo ewlehiya herêmê çêdike û rê jibo alozî û terorê xweş dike.