Xalên peymana nû ya HSD û hikûmeta Colanî hatin eşkerekirin
Hikûmeta Colanî û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li ser nexşerêyeke 14 xalî li hev kirin.
Li gorî peymanê, agirbes tê ragihandin, HSD vedikişe rojhilatê Firatê û mafên çandî yên Kurdan ji hêla hikûmeta Colanî ve tên naskirin.
Li gorî xalên lihevkirinê, parêzgehên Reqa û Dêrezorê bi temamî radestî hêzên Colanî tên kirin û endamên HSDyê tevlî artêşa Sûriyeyê dibin.
Hin xalên rêkeftinê wiha ne:
Agirbesteke bilez û giştî li hemû enî û xetên temasê yên di navbera hêzên hikûmeta Sûriyê û HSDyê de tê ragihandin. Hevdem ligel vê, hemû yekîneyên leşkerî yên HSDyê wek gaveke destpêkê ji bo jinûve belavbûnê, dikişin rojhilatê Çemê Firatê.
Radestkirina Reqa û Dêrezorê,
Hemû saziyên sivîl ên li parêzgeha Hesekê di nav sazî û pêkhateyên îdarî yên hikûmeta Sûriyê de tên yekxistin.
Hemû deriyên sînorî û bîrên petrol û gazê yên li herêmê yê di bin kontrola hikûmeta Colanî da bin. Divê hêzên rêxistinkirî parastina pêwîst misoger bikin ji bo vegerandina çavkaniyan ji hikûmeta Sûriyê re, ligel berçavgirtina taybetmendiya herêmên Kurdî.
Hemû endamên leşkerî û ewlehiyê yên HSDyê di nav pêkhateyên Wezaretên Parastin û Navxwe yên Komara Ereb a Sûriyê de tên yekkirin.
Fermandariya HSDyê pabend dibe ku bermayiyên rejîma berê nexe nav refên xwe û kar bike ji bo pêşkêşkirina lîsteya navên efserên ji bermayiyên rejîma berê yên ku li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê ne.
Û Kar bê kirin ji bo gihiştina lihevkirinan derbarê vegera ewle û birûmet a xelkê herêmên Efrîn û Şêx Meqsûdê bo malên xwe.