Çile 18, 2026 18:18 Asia/Tehran

Li gorî agahîyan pevçûn u gêre di navbera HSD u hêzên hikûmeta Colanî da didomin, herçend ku di 24 saetên buhurî da HSD ji beşeke herêman vekişîyaye.

Şer u pevçûnên di navbera HSD u hêzên hikûmeta demkî da li gundên rojhilata Helebê, derdora şarê Tebqayê ser bi parêzgeha Reqqayê û meydanên niftê yên nêzîkî wan navçana gurr bûne. Her du alî basa vê yekê dikin ku şerekî dijwar bi top, çekên sivik û xwofirran heye, lê ew şera li hemî ereyan berfire nine.

Hêzên hikûmeta Colanî dibêjin ku bi dû vekişîna HSD, hemî navçe kontrol kirine, lê HSD xwe rêk dixe û xwofirran bi kar tîne û li gorî lihevkirinê venekişîyaye. Hikûmeta demkî wek hecet ji bo pêşdaçûnên xwe, ew herêmana ``herêma leşkerî ya daxistî`` nasandîye u ji HSD dixwaze ku tam vekişe rojhilata Firatê.HSD jî hikûmeta demkî bi binpêkirina rêkevtinameya vekişînê tawanbar dike û radigihîne ku hikûmet êrişî wan navçana dike ku nabe bike armanc. HSD hişyarî da ku jidestdayîna wan herêmana gefek ser wan kemp u zîndana ye ku malbat u endamên DAIŞê di wan da ne. 

Serepeyv