Rexneya Ilham Ehmedê ji bêdengiya Amerîkayê li hember êrişên hêzên Colanî ser Kurdên Sûriyê
Ilham Ehmed, seroka peywendiyên derveyî ya Kurdên Sûriyê, amajeyî dewama êrişên hêzên hikûmeta demkî ya Colanî ser Kurdên Sûriyê kir û ragihand, ji roja ku ev êriş destpê bûne ve, Amerîka tenê lê mêze kiriye û ti hewldanek ji bo sekinandina van êrişan cih neaniye.
Ilham Ehemed ji bilî rexneya ji bêdengiya Amerîkayê li hember cinayetên ku hêzên hikûmeta demkî ya a Colanî di du kolanên kurdnişîn ên Helebê yanî Şêx Meqsûd û Eşrefiyê cih anîne de, got: Ev bêdengiya Amerîkayê bûye sedem hikûmeta demkî ya Colanî nêzî 4000 hêzan derbasî navçeyên Meskene û Dêr Hafirê bike û dil heye di van navçeyan de jî şerekî destpê bike.Wê got: Bêguman eger sînorek ji bo van cinayetên hikûmeta demkî ya Colanî neyê kivşkirin, agirê cinayetên terorîstan wê Tirkiye, Iraqê û gişt navçê bigire ber xwe.