KCK: Şerê li Helebê ji bo jinavbirina aştîyê ye u di vê rewşê da em çekan nadaynin
Çile 13, 2026 17:10 Asia/Tehran
Hevserokatîya Konseya Rêvebir a KCK derbara êrişên ser taxên kurdnişîn ên Helebê û piştgirîya Tirkîyê ji wan da ragihand ku armanca êrişên ser Helebê ji bo têkbirina agirbesê ye.
Hevserokatîya Konseya Rêvebir a KCK ragihand ku Tirkye hema ji destpêkê va di êrişên ser Helebê da beşdar bû u daxûyanîyên berpirsên Tirkîyê û medyayên nêzîkî AKP u MHP ev yeka bi aşkirayî nîşan dan, lewma em di vê rewşê da çekan nadaynin.