Berdewambûna pevçûnên giran di navbera HSD u hêzên hikûmeta demkî ya Sûrîyê da
Çavkanîyên nûçeyan ragihandin ku pevçûnên giran di navbera hêzên hikûmeta demkî ya Sûrîyê u HSD da li şarê Helebê didomin.
Li Taxa Şêx Meqsûd a Helebê u derdorê da pevçûnên gian di navbera HSD u hêzên hikûmeta demkî ya SÛrîyê da didomin. HSD di daxûyanîyekê da ragihand ku du êrişên hêzên Colanî ji bo ketina nav Taxa Şêx Meqsûdê pûç kirine. Hêzên hikûmeta demkî hewil didin tankan u alavên giran ên leşkerî derbasî taxên şarê Helebê bikin.Di halekî da ku Artêşa hikûmeta demkî ragihandîye Taxa Şêx Meqsûdê ya Helebê xistîye di bin kontrola xwe da, HSD ragihand ku pevçûn li vê herêmê hela jî didomin û nûçeya serdestbûna hêzên Colanî li Şêx Meqsûdê derew in. HSD herwiha ragihand ku artêşa hikûmeta demkî enqest êrişî Nexweşxana Xalid a herêma Şêx Meqsûdê dike u divê rêxistinên navdewletî demlidest bikevin dewrê ji bo ku birîndarna ji vê nexweşxanê derxin.
Konseya Bilind a Elewîyên Sûrîyê jî wek berteka himber bûyerên li Helebê ragihand: Tişta ku nika li Sûrîyê diqewime, şîdeteke sîstematîk u bitaluke, terorîsm u ramalîna nijadî ye.