Pevçûnên giran li Helebê didomin; 8 kes hatine kuştin u 54 kes jî hatine birîndarkirin
Di encama pevçûnên di navbera HSD û hêzên ser bi Colanî da li şarê Helebê u derdorê da heta nika 8 kes hatine kuştin u 54 kes jî hatine birîndarkirin.
Eva çend roj in ku di navbera HSD u hêzên hikûmeta demkî ya Sûrîyê bi serkirdetîya Colanî da li Taxên Şêx Meqsûd u Eşrefîyê yên Helebê da pevçûnên giran derdikevin ku di encama wan de heta nika 8 kes hatine kuştin u 54 kes jî hatine birîndarkirin.
HSD di daxûyanîyekê da gotegotên têkildarî lihevkirina derheq agirbesê di navbera wan u hêzên Colanî da derew zanî û ragihand ku hemî hewlên di vî warî da bi hegera pêkutîya komên çekdar ên ser bi hikûmeta demkî ya Sûrîyê ji bo domandina êrişan, bêencam mane.
HSD di daxûyanîyeke din da jî hişyarî da ku kiryarên hêzên ser bi hikûmeta Şamê dikarin Sûrîyê careka din veguherînin qada şerekî berfire û pêgirî kir ku HSD ti hêzek di hundurê şarê Helebê da tineye. NY jî amajeyî awarebûna nêzî 30 hezar welatîyên kurd ên niştecîyê Helebê bi dû tundbûna pevçûnên di navbera HSD u komên çekdar ên ser bi Colanî kir u xwest ku gêre u peçûn bên sekinandin.
Ji hêla din ve, Artêşa Sûrîyê jî ragihand ku yê dest bi êrişên giran ser çeperên HSD li Taxên Şêx Meqsûd, Eşrefîye u Benî Zêydê li Helebê bike. Artêşa Sûrîyê ji niştecîyên taxên hanê xwestîye ku ji çeperên HSD dûr bikevin.
Çavkanîyên nûçeyan jî wêne u dîmenên derketina niştecîyên taxên hanê yên şarê Helebê u revîna wan ber bi navçeyên ewleh va weşandin.
HSD jî derbara liv u tevgerên hanê û destpêbûna pêla nû ya êrişên artêşa Sûrîyê ser Taxên Şêx Meqsûd, Eşrefîye u Benî Zêydê de hişyarî da.
Di çend rojên vê dawîyê da bi dû belavbûna hin nûçeyan têkildarî lihevkirina Colanî u Rejîma Sîyonîst derheq sipartina girikên Golanê bo vê rejîmê, hêzên di bin fermana Colanî da êrişên ser kurdên SÛrîyê nemaze li şarê Helebê tund kirine.