Encûmena Bilind a Îslamî ya Elewiyan a Sûriyê cinayetên berdewam yên dijî vê eşîretê şermezar kir
Kanûn 27, 2025 13:05 Asia/Tehran
Encûmena Bilind a Îslamî ya Elewiyan li Sûriyê cinayetên terorîstî yên berdewam dijî endamên eşîreta elewiyan ku ya herî dawî êrişa terorsîtî ser nimêjkerên Humsê bû, şermezar kir.
Encûmena Bilind a Îslamî ya Elewiyan li Sûriyê bi daxûyaniyekê cinayetên berdewam ên li dijî endamên eşîreta Elewiyan şermezar kir û hikûmeta Colanî berpirsê sereke yê van kiryaran da zanîn. Vê encumenê tekez kir ku tiştê ku diqewime encama siyasetên perawêzkirina kêmîneyan li Sûriyê û kaşkirina ber bi tundûtûjiyê ve ye. Vê encûmenê bang li civaka navneteweyî, Konseya Ewlehiyê, rêxistinên navneteweyî û biryarderên li seranserê cîhanê kir ku jibo rawestandina bilez a xwînrêjî û danîna perava Sûriyê di bin parastina navneteweyî de bikevin tevgerê.