HSD: Me ti têkilîyek bi Rejîma Sîyonîst ra tineye
Rêvebirê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûrîya Demokiratîk (HSD) dîyar kir ku wan ti têkilîyek bi Rejîma Sîyonîst ra tineye, rayedarên Tirkîyê ne ku basa vê yekê dikin û got: Tirkîye bi heceta destwerdana di karên navxweyî yên Sûrîyê da me bi vî rengî tawanbar dike.
Ferhad Şamî Rêvebirê Navenda Ragihandinê ya HSD her cure têkilîya kurdên Sûrîyê u Rejîma Sîyonîst ku rayedarên Tirkîyê basê dikin, ret kir u got: Rayedarên Tirkîyê di halekî da ku bi awayên aşkira unihênî mijûlê ticaretê digel Tel Avîvê ne û herwiha di halekî da ku hikûmeta demkî ya Colanî bi caran bi sîyonîstan ra muzakire kirîye u herwiha Şam u Enqere himber êriş û dagirkerîya Rejîma Sîyonîst li Quneyterê bêdeng mane, HSD bi hebûna têkilîya bi Rejîma Sîyonîst ra tawanbar dikin ku helbet armanc ji vê tawanbarkirinê bidestxistina hecetekê ji bo êrişa Şam u Enqerê ser kurdên Sûrîyê ye.
Ferhad Şamî herwiha dîyar kir ku kurdên Sûrîyê hertim ragihandine ku dijî perçebûna axa Sûrîyê ne û got: Divê ji hikûmeta demkî ya Colanî were pirskirin ku çima himber destdirêjîyên Rejîma Sîyonîst ser axa Sûrîyê u hewla vê rejîmê ji bo nehîştina navê Golana dagirbûyî ser xerîteyên fermî yên Sûrîyê bêdeng maye.