Kanûn 18, 2025 13:52 Asia/Tehran
  • Aldar Xelîl: Serederîya hikûmeta demkî bûye sedema berdewambûna fermî ya çalakîyên DAIŞê

Endamê Konseya Serokatîyê ya PYDê derbara hizir u sîyasetên hikûmeta demkî ya Sûrîyê da hişyarî da u pêgirî kir ku vê helwestê siberoja welêt pêrgî xeterê kirîye u bûye sedema berdewambûna çalakîyên fermî yên DAIŞê li Sûrîyê.

Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Firatê, Aldar Xelîl got ku hizra hikûmeta demkî ya Sûrîyê ji bo siberoja vî welatî bitaluke ye u lewama DAIŞ nika bi awayekî fermî li Sûrîyê çalak e. Aldar Xelîl di beşeke axavtina xwe da amajeyî muzakireêyn hikûmeta demkî ya Sûrîyê jî kir u got: Hikûmeta demkî di pêşdebirina muzakireyan da ciddî nîne u ti qesdek jî tineye ku Rêkevtinameya 10ê Adarê veguherîne rêkevtinameyeke bicihanînê. Ji derve zext u destwerdan ser hikûmeta demkî da heye u alîyên derveyî dixwazin biryarderê sereke li Sûrîyeya nû bin.

Serepeyv