Kanûn 18, 2025 12:52 Asia/Tehran
  • Berdewambûna nakokîyên di navbera HSD u hikûmeta Colanî da

Hevserokê Ofîsa Pêwendiyan a Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ragihand ku hikûmeta Sûriyê qebûl kiriye 3 firqeyên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) hebin lê HSD dixwaze fermandariya herêma rojhilat bike.

Hesen Mihemed Elî diyar kir ku HSD hîn jî gotûbêjan li ser pêşniyarên Wezîrê Parastinê yê Sûriyê dike û komîteyên pispor dê li ser erk û hûrgiliyên din gotûbêjan bikin.

Her wiha hat gotin ku egera avêtina pêngavên berbiçav heta serê salê heye.

Hesen Mihemed Elî şerê medyayî yê ku hikûmet bi rê ve dibe wekî "taktîkeke şaş" bi nav kir.

Hevserokê Ofîsa Pêwendiyan a Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) eşkere kir ku Brîtanyayê nûnerekî taybet bi armanca şopandina pêvajoya dan û standinên di navbera hikûmeta demkî ya Sûrîyê û HSDyê de şandîye bakura Sûrîyê.

Serepeyv